15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî / Ahmet Gezer

Cejna zimanê kurdî li kurdên kurdperwer giştikan û li ên ku bi kurdî deng dikin pîroz be.

Mîr Celadet Bedirxan, 85 sal berê di 15ê gulana 1932 de li bajarê Şamê care siftê Kovara Hawar derxist.

Ji bo vê , ji sala 2006a û virda roja 15ê gulanê , bi girêdayê vê rojê KNKê ev roj wek Cejna Zimanê Kurdî îlan kiriye û ev roj her sal tê pîroz kirin.

Kovara Hawarê, dest pêka peşî ya hûnandina kurdîya latînî ye. Bi Hawarê re kurdî îşqin veda û li tewayê Kurdistanê belav bû.

Mîr Celadet Bedirxan,  hezar caran spas dikin ku em kurd kirin xwedî alfabeya latînî.

Mîr Celadet Bedirxan wiha gotîyê: Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.Her kesê ko xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin.Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin.Lewma ziman şertê  heyînê me ya pêşîn e.

Tirba Mîr Celadet Elî Bedirxan , bibe gulistan  .

Kurdên Anatoliya Navîn û zimanê Kurdî ?

Kurdên Anatoliya Navîn, ku nêzikî 500 sal in li dervayê Kurdîstanê dijîn.

Tekilîyê di navberê Kurdên Anatoliya Navîn û Kurdistane de , hema û hema tûne bûn.

Gotina jor tê vê wateyê ? Li Anadolê Navîn, hûn rû xwe bidin kijan alî hûnê bi zimanê tirkî û bi tirkbûne re rû û bi rû bimînên. Loma ,  em dibêjin bi hezaran dezgehê devletê  li ser Kurdên Anatoliya Navîn psîkolojîyeka civakî û çandî dimeşînên. Asîmîlasyon li ser Kurdên Anatoliya Navîn û li ser zimanê Kurdî, na carekê û heft cara bi bandor dike.

Meselekê ku li Altilarê 25 sal berê qewimîyê!

Berê vê jî min di Konferansa li ser Kurdên Anatoliya Navîn li gundî Incove behsa vê mesele kiribû.

Peze Mihemedî Quto hate dizîn.

Ji Konya , fermandarê Jandarma hatîyê.

Bi komutên re, komutanê qereqolên Cihanbeyli, Kulu û komutanê qereqolên der û dorê jî bi komutanê Konyê re tên gunde Altilarê.

Komutanê pirsîye, pez çawa ji gomê hatin bi derxistin?

Gundî giştik li ber gome gihiştine hev. Yekê ku baş bi tirkî dizane haketê dibêje.

Kilîd û derî şikandin  , pezê derbasî alîyê dinê rêkirin e û şûnpêkê pez jî xûya dikin e. Komutanî derbasî alîyê dinê rê dibe , ku şûnpêkê pez mêzebike. Gundî jî dane pey komutên ku şûnpêkan nîşanî wî bidin. Helbet gundîyên Altilarê di navberê xwe de bi kurdî diaxavin . Komutan,  dibêhize ku gundî bi kurdî diaxvine. Komutanê paş xwe vedêgere û dibê , bi kurdî neaxavin (kürtçe konuşmayın). Gavekê bêdengê çêdibe.

Osmanê Malê Miçke , wê çaxê 65- 70 salî ye, li hazrol e radiweste û bi Tirkî dibê.

Komutanê min ,em giştikê Ataturkîst in (komutanım hepimiz Atatürkçüyüz).

Komutanê bi ser vê de , dev ji gundîyan ber dide.

Asîmîlasyon li ser Kurdan , li ser zimanê Kurdî duhinî hebû û îro jî berdewame.

Zimanê Kurdî,  li nav Kurdên Anatoliya Navîn, di nav çemberaka çar alî de yê,  dinale û li ber kesera mirêne ye.

Heqîqet e ve, hetanî ku perwerdehiya zimanê Kurdî nebe û civak zimanê xwe di nav jiyana rojaneda nede jiyandin, nikare hebûna xwe dewam bike û nikare nasnama xwe biparêze.

Di van deh salen paşî de , pêşketinên ber bi çav jî diqewimin. Kurdên Anatoliya Navîn , xwe birêxistin dikin, sazîyeka sivîl wek Platforma Kurdên Anatoliya Navîn PKAN di sala 2015 de hate damezrandin. PKAN, dahatûyê Kurdên Anatoliya Navîn dike, proja xwe herî dawî , yek belgefîlmî sînemayê û du dê jî dokumentera li ser Kurdên Anatoliya Navîn çêdikin. PKAN’ê belgefîlmî sîneme Kurdên Anatoliya Navîn, di meha îlone de bide nîşan dan.

Di nav Kurdên Anatoliya Navîn de, eleqeya zimanê Kurdî kêm be jî xwe xûyadike. Her çiqes xwendevanên xwe kêm bin jî ,kitêbên bi zimanê Kurdî derdikevin. Medya û medya civakî ya Kurdî çêbûyê.

Ji bo min, pêşketina herî kêfxweş, heftekî carekê dersa zimanê Kurdî didim.

Kurdên Anatoliya Navîn , tevî her tiştî zimanê xwe parastine û hîn jî diparêzin.

15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li we pîroz be!

Ahmet Gezer .

Dem: 15.05.2022