20 salîya pîrozbahîye Kovara Bîrnebûne!

Kovara Bîrnebûn bîstsaliya xwe bi resepsîyonekê pîroz kir.

Recepsîyon roja şemî, di 7 cotmehê 2017 di navbera seat: 18:00 – 22:00 de li Restaurant Parabolen / Stockholm pêkhat.

Xebatkar û kedkarê Kovara Bîrnebûn pir sazî û dezgehê Kurdan dawet kirin, wek KNK, PKAN-E, şexsîyet, ronekbîr û dezgehên dine li Swed. Xêrî ji vê, dost û hevalên Kovara Bîrnebûne beşdarî recepsîyone bûn.

Wek Platforma Kurdên Anatoliya Navîn Ewrûpa bîstsalîya Kovara Bîrnebûn careke din pîroz dikin.

Bi navê PKAN-E Rêvebire me Yusuf Ozden beşdarî resepsîyone bû.

Yusuf Ozden, Rêvebire PKAN-E li resepsîyone ev peyam belav kir.

 

Xebatkar û kedkarên Kovara Bîrnebûne ên bi rêz û hêja!

Xwûng û birayên me ên Kovara Bîrnebûne, bîstsaliya Kovara Bîrnebûne di serê de li we û li Kurdên Anatoliya Navîn giştika pîroz be.

Xebatkar û kedkarên Kovara Bîrnebûne bîst salin hebûna Kurdên Anatoliya Navîn, nasname , çand , dîrok û weje ya Kurdên Anatoliya Navînê ku veşartî û bi ber asîmîlasyone ve diçe dera dinya rûnko dixin. Ev bi serê xwe xizmetekê pir mezine ku ji pêşeroje me re arşîv û dokumenter e. Ked û karê xebatkar û kedkarên Kovara Bîrnebûne bi serê xwe serfirazîye û bêhempa ye.

Kovara Bîrnebûne dest pêka Rojnamegerîya Kurdên Anatoliya Navîne ku bi reng û dengê xwe li diaspore gor derfet û mecalê xwe heta roja îro berdewam dike.

Ji bo vê yekê ,Rêveberiya Platforma Kurdên Anatoliya Navîn Ewrûpa qedir û qiemeta giranbiha didin xebatkar û kedkarên Kovara Bîrnebûne û we ji dil û can pîroz dikin.

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn ev dû salin ku hatî avakirin, dû salên têr û tijê çalakî derbas kirin. Yek ji hedefên PKAN-E ku di rezname de jî aşkereyê , di serê de bi sazîyên Kurdên Anatoliya Navîn û bi sazîyen Kurdan din ve tekilî dane û hevbeş kar û xebat bike. Ji ber vê Platforma Kurdên Anatoliya Navîn destê xwe dirêjî we dike û bi hêvîya ku bi hevra xizmeta Kurdên Anatoliya Navîn bikin.

We giştika bi navê Rêveberiya Platforma Kurdên Anatoliya Navîn Ewrûpa ( PKAN-E) bare silav dikin.