5 Kesên Ji Kelhesen Wefat Kirin !

Di nav heftekî de 5 kesên ji Kelhesen wefat kirin.
Umit Atici 22 salî bû, li Danîmarka / Husumê bi erîşeke çekdarî di eraba xwe de hate qetilkirin. Wek tê zanîn, hin ciwanên kurdên Anatoliya Navîn ên li Swêd û Danîmarka, ev çend sal in di nav reyên xeraw de ne. Ev bi serê xwe problemeke mezin a civakî ye. Lazim e em gîştik li ser vê meselê serê xwe biêşînin.
Mesut Seçimiş, li Swissre dijî. Ji bo zîyaretê çûye Kelhesen. Li navbera Kelhesen û Hecîlera de qeza kiriye û mixabin jîyana xwe ji dest daye.
Songul çiftçi 21 salî bû, mekteba hemşîretîyê dixwend, bi qrîza dil jîyane xwe ji dest da. Ilknur Ozdemir 22 Sali bû, bi nexweşiya kanserê wefat kir. Ape hevalê me Yusuf Ozden , Rêveberê PKAN-Sverige Ramamzan Ozdenê 70 salî jî wefat kiriye. Serê hevalê me Yusuf û malbata Ozden saxbe.
Wek PKAN, em wê êrîşa li Umit Atici bi tûndî şermezar dikin, ji malbata Atici re sersaxîyê û sebrê dixwazin û her wiha ji malbatên Seçilmiş, Çiftçi, Ozdemir û Ozden re sersaxî dixwazin.

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn, PKAN