Ma kuştin tenê ji me re dayê / Esin Akgûl Gûneş

Ma kuştin tenê ji me re dayê

paşê xenatê çima nayê

Xewa minê te dayê

Ma ka tu li ku mayî

Min ranekin ji xawê

kezewa mı nê di xevnêdayê

çi ji min vedişêrine denge we yî nayê

qey xûna Nagihanê li harde mayê

Dile minî dişewite qije qije

Gurî di nava berxandaye

xwînê dimiçqîne dimije

tev dinya dûman û mije

Şarka li seri çinga rinde

Xelka yê bi te pir serbilinde

Dakê hefteke ji xawê ranawe

tawê Nagihanê di xewnêdaye çinge rinde

Te dî te dî ZANİSTÊ te dî

Ne yazdeh, yazdeh hezaran jî bibarînin

tu nikanin bi te tu car hêdî

dengê te ma li dunê wek JIN JIYAN AZADÎ

Te kezew li min zuwa kir

Oxir be hêja Nagihan

Bi rûyê xwe yê bi ken

Bi dilê xwe yê pak û wêrek

Bi kîbariya xwe tu ya her bimînî

Oxir be rêhevala nemir

JIN JIYAN AZADÎ