AMED Û MÊRDÎN ŞEWITÎ! / Ahmet Gezer

 

Di 20 Hezîranê de, di navbera Amed û Mêrdinê de şewatek pêde bû.       

Na, ne ji nişka ve , ji têlên cereyanê ên ŞÎRKETA DEDAŞÊ çîrûsk firîyan û agir pêket.   

Rayedarên devletê îdia dikin, şewat ji ber yên ku pirêze (anız) şewitandine derketiye.   

Çavkaniyê li herêmê û bi hezaran kes dibêjîne, şewat ji têle ceriyanê derketiye heta niha bi sedan cara jî li vê herêmê qewimîyê.  

Ev şirketê Dedaşê, şirketekî şexsîyê, lê xwe dikin şûna devletê, bi salane Kurdan tewanbar dikin û heqereta li dikin. Şirketa Dedaşê, ev bû 38 salên hinê lênihêrîna giştî  ( genel bakim) li têlên cereyanê, li stûnê têlan (tel direkleri) nekirin.   

Gelo , xûdanê vê şirketê kî ne ? ewana, vê quwet û kudretê ji kî distînin?           

Bi dirêjayê 66 km zevîyên gundîyan, ku salekê li bendê bûn , heman û heman hatibûn ber berhem dayîne (hasilat verme) , ew jî şewitîn û bûn xwelî.       

Xweza yê Mezapotamya şewitî , axa welat bê xer û bêr bû. Ji hêla din ve, dar û daristan, nêrgiz û binefş , gul û gupik ,mar û mişk û kurm û kêzik, pez û bizin şewitîn.     

Kerî pez ên gundîyên ku li mêrgê welatê roje diçêrin , bi agirê ku ji telên çirûsk firiyan şewat pêyde û telef bûn.    

Gotinek Kurdî dibêje: bila def û bela li milkê were, ne li jiyane lê mixabin di kerasate de 15 can canê xwe dan.       

Ya herî bi şewat û êş jî ewa bû, yên ku çûyînî hewara agir vemirandine 15 kes di asê de man û jiyana xwe ji dest didin.78 kes jî birîndar bûn.     

Li welatê roje , sîstem ji rojava Tirkîyê ( Türkiyenin batısı) cudatirê, qanun û nîzam wek hev naşixûlin e.     

Walîyên bajaran, destûr nedane ku erebên agirkujê ( İtfaiye aracı ) herin cihê şewate.     

Kayyuman li wan bajarên welêt hindirê Belediyan vala kirin , erebên agirkuj e firotine û yên ku heye jî ne fonksiyonelên.  

Kurd û kurmancî: Devletê, Hikumeta AKP-MHP, şewatê li Amed û Mêrdînê hatî meydanê ji nedîn ve ditîn.   

Helbet kesên ku dixwestin wê bibînin jî hebûn: Cemre Birand , jina Mehmet Ali Birand e.  

Cemre Birand got:Di şevekê de 14 kes şewitîn, di medya Tirkîyê de bi qasî maça Portekîzê cihê xwe nedît.   

Kurd bi giştî û Belediyên herêmê seferber bûn da ku feleket were vemirandin.  

Devletê ku her roj teyaran difirîne û bomba tavêje. Ji bo av birîjînin balafir nefirandin.     

Ji yên ku di vê feleketê de mirine re rehmê Xwedê dixwazim û ji birîndaran re jî şîfa dixwazim.  

Serê Gelê me yê li Amed û Mêrdînê sax be.   

Bi îttîfaqe û rojekê pêşta , birînên we bên derman kirin.  

  

   1-‘’pirêze’’zeviya ku piştî dirûna ( çinandin) debrê nehatiye cotkirin.  

 (anız: hasattan sonra sürülmeyen tarla)  

 Ahmet Gezer.30 Hezîran 2024, Aalborg