Asîmîlasyon û Kurdên Anatoliya Navîn!

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) li Almanya bi mijara asîmilasyonê konferansek lidarxist.

Konferans, di 3 haziran 2018 de li bajarê Troisdorf, bi beşdarbûna dora 100 kesî pêkhat.

Konferans, ji hêla rêveberiya PKAN’ê de, hate organîze kirin.

Axatfvanê Konferansê ev kes bûm:

Hevseroka PKAN’ê Dr. Meliha Doğan. Rojnamevan Fehim Işık, Doç. Dr. Osman Aytar ji Zanîngeha Mälardalenê (Swêd) . Prof. Haci Akman Zanîngeha Bergen (Norwêç) û Dr. Sharo İbrahim Garip ji Zanîngeha Köln’ê.

Hevseroka PKAN’ê Dr. Meliha Doğan, axaftina destpêkê kir bi xêrhatina mêvanan anî ziman û bi kurtasî weke rêxistin PKAN da nasandin. Avakirina PKAN’ê , kar û xebat û hedefên PKAN’ê bi zimanekî zêlal û hêrikbar ji beşdarvanan re pêşkeş kir.

Rojnamevan Fehim Işık, di pêşkêşîya xwe de biryardariya kurdên Anadolê anî ziman û got, Kurdên Anadolê Navîn asîmîle nabûn, Asîmîlasyon li Kurdistanê bi giranî bandor kir lê Kurdên Anadolê Navîn her çiqas bi darî zore koçber bûne û hatine sûrgûn kirin jî xwe parastine û her tim jî di nav lêgerîne de mane.

Fehmi Işik, di berdewamiya axaftina xwe de anî zimên ku , dema jiyana rojane û zimanê bazarê ku bi kurdî be dê hîngê pêşî li asîmîlasyonê jî bê girtin.

Doç. Dr. Osman Aytar, axaftina xwe li ser polîtîzasyon û tesîra globalîzme ku pêşî li asîmîlasyone digre kir.

Sevr û Lozan, bêyî îrada Kurdan pêk hat û vê yekê jî Kurd xapandin.

Mustafa Kemal Ataturk, hereketa xwe bi Kurdan da destpêkirin lê dema ku karê wî qedîya, dest bi inkar û qirkirinê kir. Menderes, Demirel,û Erdogan jî dan dû vê siyaseta îmha yê.

Osman Aytar berdewam kir û got; dema ku xortek ji Kurdên Anadolê Navîn Şehît dikeve ev yek serhildana li hemberî asîmîlasyone ye.

Ziman û yekîtiya neteweyî bi hereketa PKK destpê kir. Asîmîlasyon sûçe. Wek prensîb, qanûnên navneteweyî hene , kese ku hemwelatê xwe dikûje qetîle.

Prof. Dr. Haci Akman, axaftina bi gotinekê pêşîyan ya Norweçîya destpê kir: Diçî kuderê biçe lê ji xwe neçin. Ev, Semînera 3. ya Kurdên Anadolê Navîne ku ez beşdarî dibim û spasîya xwe ji PKAN’ê re dikim.

Kurdên Anadola Navîn, parçek ji parçekirina Kurdistanê ne. Lazime zimanê dayîkê bikar binîn û bikaranîna zimanê zikmakî li hemberî asîmîlasyonê faktora herî girîmg e.

Behsa kar û xebatê Bîrnebûne kirin, wek sitran, gotinên pêşîyan, zargotin, pêkenok û çîrok tên arşîv kirin. Sê xalên girîng li hemberî asîmîlasyonê hene: mûzexane, pirtûkxane û arşîv an jî bîranîn.

Prof. Dr. Haci Akman berdewam kir û got dê têkoşîna PKAN’ê li hemberî asîmîlasyonê bi serkeve. Ku arşîvên Yûnanî ji me re vebibin, emê bizanin ku kurdên Anadola Navîn ji ku derê û kîngê hatine.

Dr. Sharo Ibrahim Garip, pêşkêşiya xwe bi avakî cûda kir û got: ez asîmîlasyonê wek kolonizasyonê dibînim. Şîrovên mezin nexwazim bikim, ji ber vê lazime analîzên herêmê bikim. Mazlum Dogan û Ismail Beşikçi ji xwe re weke numûne digrim.

Sharo Garîp berdewam kir û anî ziman; zimanê dayîkê gelek mûhîm e, vebûna pêşdibistanên kurdî mijareke pir girîng e.

Dr. Sharo Ibrahim Garip, ji bo asîmîlasyonê 4 xal hene. Zordestiya Meleyan a li mizgeftê, çanda biyanî ya li kolanan, di malbatê de tênegihêştina û pêwîstiya zimanê zikmakî.

Globalîzm, me ji me dûrdixe, xaseten jî rêbazên weke hûmanîzm û femînizm.

Dr. Sharo Ibrahim Garip, wek pêşnîyar got: pêwîst e awahiyên çandî bên avakirin. Ji bo zarokan pêşdibistan hebin, konferans lidarkevin, weqfên lekolînan damezirin û lekolînên zanistî çêbin.

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn PKAN.