Sala 1977’an ji bo xwendina dibistana navendî, ji gundê xwe çûbûm Kuluyê. Kulu wê demê pir biçûk bû; ez ne şaş bim, nifûsa xwe jî teqrîben 17000 bû. Yek jê imam hatip du lîse (orta okul-lise) hebûn. Em, zarokên gundiyan, ji bo van dibistanan dihatin Kuluyê; ji malbata xwe dûr, bi çend hevalên xwe re li malekê diman.
Wê demê têkîlîya gundan û Kuluyê yek ji bo van dibistanan û yek jî ji bo bazara roja înan dihat li dar xistin, çê dibû. Rojên înan, rojên herî qelebelix bûn. Gundî, him ji bo kirîna firaqên xwarin û vexwarinê bikirin, him jî ji bo karên xwe yên bîrokrasîyê bikin, dihatin Kuluyê.
Rojên înan, di heman demê de ji bo me zarokên ji bo xwandinê hatine Kuluyê rojên çûna gundê xwe bû. Wesayitên çûnûhatinê jî, bi piranî dolmûş bûn û me dolmûşa gundê xwe di nav sed dolmûşan de be jî, ji kîlometreyekê de nas dikir. Çawa nasnekin? Bi saya wan dolmuşan hesreta malbat û gundên me ji bo du rojan be jî teva dibû.
Di wan salan de, esnafekî kurd bi tenê hebû li Kuluyê. Li Meydana Cunhurîyetê, tam li hemberî PTT’yê dûkana Hesen Devecî yê ji gundê Bêşqardeşê hebû. Li keleka dûkana Hesen Devecî berbi rojava çend merdîvên derdiketî, bûfeya rojnameyan “Uludaĝ Büfe” hebû. Li keleka bûfeya jî Îş Bankası hebû.
Hema hema, ez her rojê diçûm dûkana Hasan Devecî. Çimkî min hemû îhtîyacên xwe ji Apê Hesen dikirî. Di heman demê de, ditîna Apê Hesen, pêşwazîkirina wî ya min a bi rûkenî, wek min yek ji malbata xwe ditîye, ez rehet dikirim. Rojeke ez dîsa diçûm dûkana Apê Hesen, min li keleka Îş Bankasi tabeleyek dît. “Avukat (parêzer) Selcan Bozlak, Murat Bozlak”. Bawer im sala 1980’yê an jî 1981’ê bû. Di bûroyê de kes tune bû. Çend rojan şûnde min di bûroyê de avûqat jî dîtin; du ciwanan, xortek û keçekê, bûroya xwe radixistin. Wê demê avûqeteke jin, ji bo Kuluyê bûyerek nû bû. Lê çend rojan şûnde tiştekî din ê nû derket holê; avûqat “kurmanc” bûn. Nizanim wan salan li Kuluyê avûqatên kurmanc hebûn; lê avûqatê ku cara yekemîn bi kurmanciya xwe derket pêş Murat Bozlak bû.
‘Kurdbûn’ çi bû, ‘maneya kurdbûnê’ çi bû, me di zarokatiya xwe de fêm dikir. Polîtîkaya dewletê a li ser kurdan, me di heft saliya xwe de nas dikir. Di roja destpêka dibistana seretayî de, bi hemû giraniya xwe, him li ser bedenên me him jî li ser ruhên me xwe dida hîs kirin. Mamoste bi hemû heybeta xwe li hemberî me diskinî, bi mîmîk û jestên xwe biryardariya xwe nîşanî me dida û digot: “Bundan sonra Kürtçe konuşmak yasak!” “Êdî bi kurdî axaftin qedexe ye!” Dûre em fêr dibûn ku ew qedexe, ne bi tenê li dibistanê, li hemû jiyanê derbas dibû û têsîra wê digahaşt asteke wisa ku, kurd ji kurdeyatiya xwe direvîn.
Yên ku di kurdbûna xwe de, yanî yên ku di ‘xwebûn‘a xwe de, di ‘hebûna xwe’ de israr dikirin, dizanîn ku zindan, zulm, gule diket para wan.
Sala ku ‘avuqatên kurmanc’ bûroya xwe vekirin, ez ji Kuluyê çûm bajarekî dûr. Lê li her qada sîyasetê ‘avuqatê kurmanc’ bi rengê kurdeyatiyê nêzikî min/me bû. Damezirîner, sekreter, serokê giştî…
Kurdên anatoliyê, nav û şexsîyeta ‘avûqatê kurmanc’ a di qada sîyasetê de wek ‘xwe’, wek ‘hebûna xwe’, wek ‘xwebûn’a xwe didîtin.
‘Avûqatê kurmanc’ sembola helwest, îtîraz û berxwedana Kurdên Anatoliya Navîn a li hemberî asîmîlasyona 500 salî bû.
‘Avûqatê kurmanc’ sembola vendanebûna li çolên Anatoliya navîn bû.
Dengê neh guleyên di 5’ê sibata 1994’an de, li mala xwe ya 80 metre dûrî qereqola Keçiörenê, li ser Murat Bozlak hatin barandin, min li mala xwe ya 500 metre dûrî mala Murat Bozlak bihîstîbû. Min îhtîmal nedabû ku li maleke li keleka qereqol êrîş bê kirin. Lê sîbê dema ku min rojname xwend, min şaşitiya xwe fêm kiribû.
3’yê berfanbara 1994’an, li taxa Kizilayê teqîneke guhan kher dike û li hewayê lerzan diafîrîne min bihîstîbû. Hedef dîsa kurd bûn. Avahiya rojnameya Özgür Gündemê a Enqereyê hatibû bombe kirin. Di heman demê de, li Îstanbûlê bûroya navendî û avahîya teknîkî hatibû bombe kirin û karmendê veguhastinê Ersin Yıldız (32 sal) şehît bûbû. Êrîşkaran ‘mesajeke’ vekirî dabûn kurdan. Lê dora din a rojê Murat Bozlakê heşt mehan berê gule lê hatibûn barandin, li ber avahiya bombekirî diaxivî û bangawaziya berxwedanê dikir û bersiva mesaja êrîşkaran dida.
Kovara Tempo çend salan şûnde belgeyên ku fermana bombekirinan, serokwezîra wê serdemê Tansu Çiller daye weşand.
Tansu Çiller û yên wek wê, li ber israra yên ku di ‘xwebûn’a xwe de, di ‘hebûna xwe’ de israr dikin, nikarîn bidin sekinandin û çûn çopdanka dîrokê.
Lê ‘avûqatê kurmanc’ nehat bîr kirin…
Israra ‘xwebûn’ê jî, roj bi roj mezintir dibe…