Li Danîmarka, 5 hazîrane 2019 an de hilbijartina gîştîya pêk were.
Danîmerqî vê roje,him wek roja makeqanûne pîroz dikin û him jî ji bo hilbijartina gîştî diçin ser sandiqan.
Makeqanûna Danîmarka di 5ê hezîrana 1849 an de hatîye qebul kirin. Her sal, 5ê hezîrane,ji alî danîmerqîyan ve wek roja makeqanûne û demokrasîye tê pîroz kirin.
Di hilbijartina li Danîmarkayaîsal de, 13 Partîyên sîyasî û gelek şêxsîyetên serbixweyê ji bo 179 kûrsîyên di parlamento de tekevin nava pêşbaziyê.
Wekî tê zanîn Danîmarka yek ji welate herî zêde kurdên Anatolîya Navîn lêdijîne; di vê hilbijartinê de penc kurdên ji Anatolîya Navîn jî namzetin. Ew ne geveka biçûkê ku penc hemşêhrîyên me ji di nava vê pêşbirkê de hene! Namzetewin:
Serdal Benli, ji Partîya SF (Partîyasosyalîst) û ÎbrahimBenli, ji Partîya Enhedslisten (Partîya Yekgirtî) namzetin û çavdêrên sîyasî dibêjin her du namzet jî yê werin hilbijartin û bibin parlamenter.
Herdû namzet jî di listê herêma Kopenhag de ne.
Lars Aslan Rasmussen, ji Partîya Socialdemokratê û ji herêma Kopenhage beşdarî hilbijartinê dibe. Tê payîn ku Lars Aslan Rasmussen bê hilbijartin. Lars Aslan Rasmussen, bavê xwe yê ji kurdên Anatolîya Navîn e.
Halime Oguz, ji Partîya SF (Partîya Sosyalîst) ji herêma Kopenhage beşdarî hilbijartinê dibe.
Sinem Demir, ji Partîya Enhedslisten (Partîya Yekgirtî) û ji herêma Nordjylland beşdarî hilbijartinê dibe. Sinem Demir, berdevka jinan ya HDK-Danimarka bû (Kongreya Demokratîk A Gelan) Sinem Demir dostekakurd a ye.
Mehmet Akbina, ji Partîya Enhedslisten(Partîya Yekgirtî) û ji Vestjylland Holstebro beşdarî hilbijartinê dibe.
Wek PKAN û kurdên Anatolîya Navînê li Danimarka dijîn, bang li herkesî dikin herin ser sandiqan û mafê xwe ye demokratik bikar bînin.
Dengê / rayê xwe bidin wan namzetên ku me li jorê dane nasandin. Ji ber ku namzetên me di Parlemento de temsîla kurdên Anatolîya Navîn û temsîla nasnama Kurd bikin.
Platforma Kurdên Anatolîya Navîn (PKAN)