Bazirganîyê xwê ji gunde Xelikê Jêrê !
Golê Xwê, li navênda Anatoliyê, di nav hidûdên Cihanbeyli, Kulu/ Konya, Eskil/ Aksaray û Koçhisar Enqere de ye.
Li Golê Xwê li se noqtan xwê derdikeve: yek li Xelikê Jêrê, dudiyê li hêla Şereflî Koçhisar e ne.
Di dema Osmanîyan de, Xana Kevinê hebuyê û paşê jî Xana Ecer çêkirine. Di vê Xane de, îdara xwê ye dihatîyê kirin. Di nav hidûdê Xelikê Jêri /Golyazi de bû û gol je di navberê Xelkê Jêr û Eskil e de ye.
Serokê Şarederîyê Golyaziye yî berê birêz Mulla Şîmşek dibêje: ”Ji ber ku Xanê xwê di nav hidûdê me de bu û bi qerarê mehkemê ji qezencê wê parek didan beledîyê me.”
Di wextê xwe de li Golê Xwê, nêzika 250 kesan kar dikiriyê. Niha şûnê wan insanan û qûweta wan, makinê kar dikine. Li destpêkê, hewzê bi bêra tijî xwê dikirine, çend mehan disekinîn û ji dûwa jî encam wek xwê yê pakij bi serdikeve. Ji ber Golê Xwê, li dor alîyên wê erdê zîraatêyî ne bi kêrhatî ye û ji ber vê, li hinek cihên gunde Xelikê Jêrê ziraatê bi xêr û bêr nabe. Şûnê vê, bazirganîyê xwê ye hing bi xêr û bêr bû û ew bazirganî berî 100-150 salan berê dihate kirin. Wê demê hêştirê mîna qamyonê sorî îro bun! Lê bardikirin û dibirin Îzmîr û bajarên din.
Hinekên ji Xelikên Jêri, qezenca xwe bi bazirganîyê xwê dikirin û wesaîtên wan jî hetanî salên 1960 an hêştir bûn. Hêştirên vê çaxe, mîna qamyonê Man ê ku dewrekê li nav kurdên Anatoliya Navîn bi nav û deng bûn. Nimûne: ji Xelika de barê xwê dibirine her cihekê wek Adana, Dîlok (Anteb) Aydin û Îzmir e. Bazirganîyê xwê hetanî Helep û Şam e dikirine û je vir de jî barên xwe heytinane û tanînê bajar û gundên li nava Anatoliyê û vegerinê mala xwe.
Gundîyên Xelikê Jêri, ji Xane, xwê distandine, li hêştiran bar dikirine dibêrine û difrotine. Vê çaxe, ê ku îşî xwê dikirine 1-2 hêştire xwe hebune, 4-5 merê bi hevre û bi qor û qor diçûne. Ê ku hêştira bar dikin, di hêla bar barkirine xwê de xwedî tecrûbe ne û xwê çing û çawa bê barkirin dizanîne.
SERPÊHATIYÊ HECÎYÊ HECÎ
Mille Şîmşek, va çêroka kat kir û min jî nivîsand. Mille dibêje; ”Ez cara dudiyan bûm serokê belediyê, berêvare hatim mal. Çend extiyarên dîn jî hatin mala me ku bên ma bixêr be. Kalan gotiyê: Ê ku çûnî seferê xwê: Xelê Cemêl, (Halil Dağli), Heskê Kuro (Hasan Buğurcu), Hecî û Bile Hûse (Heci ve Bilal Uçar), Hecîyê Hecî (Haci Apaydın) bûne.
Kalan qala sefereka xwe ku çûyîne bajarê Aydin e jî kirin e:
Ji xane, xwê li hêştiran bar dikin û terin sefere. Çend roja bi rê çûne bi şûnda, li nêzikî gundekê Afyone Hecîyê Hecî pir giran nexweş dikeve. Li vî gundî, li malekê dibin mêvan, sê roj derbas dibin û hing Hecîyê bi cih û balgê ramedîye û rewşa xwe giran dibe. Bi gotina wan Hecîyê îro û sibe bimire.
Hevale Hecîyê Hecî dibêjin, ma Hecî li vir bime û hêştir û barê Hecî em ê bi xwe re biwin. Ji xwedanê male re, du qayme nîv (2,5) pere bicîh tinin ku je re kefen bikire û defin bikin. Hecî cihtêlin û berê xwe didin Aydin e.
Hecîyê Hecî, ji 30 an 35 rojan bişûnda, heşê xwe tên seri û ji xwedane male pirs dike:
- Ez li ku derê me û çima li virim?
Xwedane male ji Hecî re rewş û haket şîrove kiriyê. Hecî, xwudîyê tecrûbe ye, bi xwe û bi xwe hesab dike. Di ber xwe re derbas kiriyê, gotîyê ku ez sîh rojên li vir im. Hevalên min, xwê birin firotin û ê niha vedigerine mal. Difikirê ku ewê niha ya li Polatli, ya li Bala û yan jî ê li Koçhisare kelekan bardikine.
Hecîyê Hecî, ji xwedane male, bi wan 2,5 qayme nîvan kerekê distine û dera rê dikeve. Te li Koçhisare digihêje hevalên xwe. Hevale Hecîyê Hecî, şaş û mat mayî dimînên ku Hecî xweş e. Bi hevre keleka bar dikin û berê xwe didin gunde Xelikaya Jêr.
Wêne: ji http://xalko-golyazi.blogspot.com/
Ahmed Gezer. 02-02-2021- Aalborg