Omerî Malê Hep’e, ji gundî Milsefa ye, li wê demê axayê gund e û di nav hebûnê de bû.
Omer axa , keçikek xwe bedav hebû , malbat gîştik bi ser keçikê de dicirifîn. Navê xwe jî Dudu bû. Dudu yê, bi bedewiya xwe nav û deng dabû. Ji gundên Bilikan, ji gundên Bale, ji eşîra Heciba û ji Yûnakê ,axa û beg, diketine rêzê ku ji lawikên xwe re bi xwestana.
Bave jî digot , keçika xwe delal yadî nakim û ez ê wê ji gund bizewcînim.
Dil bi xwestinê , zewac bi xatira nabe.
Li mala axa şivanekî tirk hebû ye, ji gundî Pirîbegan ( gundî girêda ye Yûnakê). Şivên bi Dudu ve dil girtin e.
Omer axa, li dor alîyê xwe û di cematê xwe de giran û giran qale dike ku keçikê xwe ji malbatê xwe bi xortekî re bizewice.
Ew zem û gotin, dikeve guhê Dudu jî; Dudu ji şivanê malê bavê xwe re xeberê dişîne û bi hev re direvin.
Omerê malê hapê , navberê xwe dewletê jî rind bû yê. Qeymaqamê şivên bi Dudu ve bi girtin dide.
Axa , dixwaze her duyan jî bikuje feqet qeymeqam xwe tawêje dest û lingên axa û dibêje: axa , tu yê serî min di belayekî mezin bikî, ez ji te rica dikim ku dev ji wan berdin.
Axa tûyê (tifî) rûyê keçikê xwe dike û dibêje Milsefa êndên ji te re heram e.
Dudu bi şivên re dizewice û jîyana xwe li Pirîbegan dewam dikin.
Rojekê xeber tê ku dayika Dudu mirî ye , Dudu naçe şînê dayika xwe .
Bavê wê jî naxwaze.
Ji demekî bi şûnde jî Omerê Malê Hapê bi Hec Eyşê re dizewêce .
Dudu mîna ku xwe li Pirîbegan paneber e û nikare here Milsefa yê.
Rojêkê xeberê bavê Dudu jî tê , Omer axa jî wefat kirîyê.
Dudu, dîsa venagere gundî bavê xwe û şîna xwe li Pirîbegan dike.
Ji şîna axa bi şûn da Hecî Eyşê kurikkên xwe dicivîne û dibêje: Herin Pirîbeganê xwengê xwe bibînin.
Sebeba nehatina wê yê gund heye, lê sebeba ku hûnê naçin xwenga xwe nabinin çi ye? Ew mezinê we ye jî û de hadê herin.
Xweng û bira dicivin hev terin ba Dudu yê. Dikin, bave û bav, şîneke bişewat dikin.
Dudu hîn li Pîrîbegan pênaber e , mîna îltîcacîyan, mîna sûrgînî 55 salin neçûyê bavan û gundî xwe.
Dudu, rojekê nexweş dikeve û dikeve nav nivînan. Xalî xwe ku deng bike tine , ji ber êşa xwe wek mirîyan ramedî yê.
Çend roj derbas dibin, xeberê tigihênên mala bavê. Hec Eyşê jineka qedirbilind û xatirnas e. Kurikan berhev dike, dibê herin xwişkê xwe bibînin pir wext nema.
Berê ji nexwaşan re mîna îro loqum, çîqoleta û qolonye ne dibirin.
Haci Eyşê ji bostanê xwe domatîs, bîber, balcan, fasûlî, kundir û çi heye berhev dike û dide dest wan û dişîne.
Dudu, nêzikê 10 roj in di nav êşê de ramediya ye , tû xalê xwe yê berve rindê tine. Gundî li ber Xwedê digerin ku ew canê xwe ji dest bide, da ku ji êşê xilas bibe.
Xweng û birayê Dudu tên malê, li dora Dudu rûdinin û hêsirkan dibarînin
Di vê demê de li mal cîranekê aqilmend jî hebûye.
Tûrikê xwîşk û birayê Dudu yê ku anî vedike û ji nav tomatekî digire û dide ber pozî Dudu. Dudu, bi ser lêvên xwe re diken e û canê xwe ji dest dide.
Dudu bêhna tomatîzê gundî xwe , bêhna dê û bav xwe û bêhna malbat û qebîlê xwe û bêhna axê Milsefa heyna bû.
Hesreta Milsefê qedîya bû û penaber ê jî bi dawî bû…
Bilal Celepli , 06.07.2024, gunde Celebê.