Bersiva dersa panzdehmin / Sabri Yilmaz

0
183 views



Min li nav arşîvê xwe mezdikir, rojnamekê balkeş min dît bi navê Azadîya Welat.
Li rûpela pêşîyê wenêkî mezin hebû, rewşenbîr, dîrokzan û rojnamevan Musa Anter. Serhildayê li hember jiyanê qabûlnake bindestîyê, ew cigara kûr û kûr dikişînê.
Min demekê li temaşêkir, jêra û jora le mezkir, gilek kete qirika min…
Min rûpela siftê ji we şûva çerxkir, wêneyekî din bala min kişand zarokên kurd li der dilîzînê li gûndekî kurda. Bawerdikim lîstika wan verşikoniyê. Hen ji wana xwe di paş daran û taldan de xwe vedişirinê, hen ji hildikişinê ser daran. Sisê jî pir bi lez dimêşine berva qilê, hela ka kî zû herê destê xwe bi derê bikê. Yek ji li êrde ketîyê..!! Bawirdikim hevalikî wî, ew lutkiriyê. Ez bi wênî, bi xem û heyalê xwe çûm dema zarokatîya xwe. Mirov dixwazê tim zarok bimê.😀
Min rûpêla din çerxkir dilê min dîsa zîz bû, wêneyikî ji welatê rojê, bajarê Hesênkeyf di bin avadê mayî hebû. Dirok û çenda dozdeh hezar salî, bê xwedî mayî…😢
Min jêr û jor re li temaşêkir(mezikir) min keserika kûr kişand. Min got ax ax welatê be xwediyo..loo!!
Min navberik da, rabûm carekê berjêr û carekê jî berjor çûm û hatim di ode de, min li der mezikir dû kal û pîr çûnê gerê xwe yê rojene û westîyanê li ber malê xwe li ser kûrsîyê rûniştinê û xwe dayinê ber beroj. Ez di hûndirê xwe kêniyam… min got; “heyfa we, kal û pîre we ji we re welatekî azad cihîştinê…bi dilêkî xemgîn, min ji xwe û bi xwe re got, her rûpelekî dîroka me serida heta paşîyê (dawiyê) ji me re tijî derd û kulin…😢
silaven germ ji we re

5 1 vote
Article Rating
Subscribe
Bildir
guest
0 Yorum
Inline Feedbacks
View all comments