Birêz endamên Komîte ya Kongrê û Gelî delege yên PKAN ê; / Riza Baran

 

 

Ji bo vexwendina we ya bo min ez pir kêfxweş û şanaz bûm. Min pir dixwest ku ez tevlî Kongre a PKAN’ê bim. Lê ji ber pirsgirêkên tenduristî min taqet nedî kû tevlî bim. Min biborin!

Di van rojên awarte yê Ji bo Kurdên her çar perçê Kurdistanê hûn wek Kurdên Anatoliya Navîn li Ewropa Kongre a xwe pêk tinin. Her Kongre her ciwîn bo me Kurdan dibe cihê lihevhatin û kombuyîn ê.

Bo kurdan her perçe, her bajêr, her navçe bi nav û dengê xwe;

Her eşîr, her malbat û gund bi cil û bergên xwe;

Her parti û her sazî bi gotin û hevok ên xwe pêwiste bibe.

Lê bo me tiştek din jî pêwiste: YEKÎTÎ!

YEKÎTIYA KURDAN!

Tirk Ereb û Ecem bi sedan sale lı hember me dibin yek. Iro hım li Rojava him li Başûr hım jî li Bakûr ê Kurdistanê disa bûne yek. Iro ligel wan netewan DAIŞ û Nusra bi Kurdan re şer dikin. Di Sedsala 20an de Kurd kirin çar perçe, lê mixabin Sedsala 21 an de dixwazin Kurdan bikin hezar perçe! Bo wê yekê lazime ku dinav xwe de bi nav û deng, cil û bergên xwe ve cudabin lê li hember dagirkeran em bibin yek.

Bi van daxwaz û xeyalan ez Kongre a PKAN a 3 yemin ji dil û can pîroz dikim. Heval û hogir ên heta iro xwedî ked in û hevalên kû werin hilbijartin ji ana da pîroz dikim.

Ev Kongre bila bibe wesila YEKÎTIYA KURDAN. Ev Kongre bila bibe AZADIYA WELAT, SERFIRAZIYA KURDAN!

Silav û rêz

Riza Baran