Birêz Riza Baran, di derbarê civîna PKAN’ê li Berlîne daxûyanê belav kir.

Birêz mêvan , heval û dostên hêja!

Hûn hemû bi xêr û xweşî hatine ‘’PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN’’ PKAN, civîna me ya beşa Almanya, ku îro em bi hevra li Berlîne pêk tînin.

Wek ku, hûn jî dizanin PKAN di sala derbasbûyê de, him li Enqerê û him jî xwe li derva yê  welat, bi teybat jî li Ewrûpa ( welatên ku Kurdên Anatoliya Navîn li dijîn , wek Almanya, Swed, Danîmarka, Hollanda, Avusturya, Norveç û Swisre) birêxistin kir û hîng jî dike. Ji ber wê jî , me pêdiwî dît ku em jî li Berlîne paytexta Almanya yê civînekê amade bikin ( wek îro) bo Kurdên dervayê sinorên Kurdistan, ku em bi sedsalan e li Anatoliya Navîn dijîn, dîsa jî ji netewa xwe ya Kurdî him bi zimanê xwe, him jî ji çanda xwe ne gelek dur ketine, herdaîm em pêra dijîn, yanî tiştê ku em niha dikin heman ew bi xwe ye.

Ji alîyek din va jî Kurdên Anatoliya Navîn di hemû beşên sîyaseta Kurd û Kurdistane da rolekê xwe ya girîng jî heye, xwe tû cara jî rêxistinên sîyasî dûrnexistine, her tîm dî nav sîyaseta de bûne, li Ewrûpayê jî heman wisa ye.

Heval û dostên hêja, dilê me û mêjîyê me her dem bi Kurd û Kurdistanê ra tê xemlandin, heman xewnê me jî êdîn pêra dijîn. Wek ku îro jî, Berxwadana Dîrokê ya YPG û QSD li Rojavayê Kurdistane li qantona EFRÎN li dijî nijarperest û faşîst dewleta Tirka diktator û qatilen zarokên Kurd rejîma AKP-Erdogan tê dayîn û kirin.

Li di jî ev êrîşên , Dewleta Tirk ya li ser EFRÎN, em hemû Kurd kirine çêperên Berxwedana YPG û QSD li dijî dagirkerîya Dewleta Tirk û rejîma xwinxar ya AKP- Erdogan, ku em bi dil û can bi Berxwedanên Şoreşa Gelê Kurd ra ne.

Ez di wê bîr û bawerîyê de me, dê emê ev car bi serkevin, ji ber ku mafên li dijî dagirkerên  Kurdistane û dosten me jî hene. Em ne bitenêne.

Di vê komcivîne de, dixwazim peşnîyarê ji PKAN’ê ra bikim, da em divê rewşe de çi dikarin ( xerê ji kare sîyasî) bo alîkarîya mirovahîye ( wek derman, xwarin, cil û libas wtd) Çi pêwîste bo birayên me EFRÎN’î bikin.

Ez cardin we hemûyan silav dikim, bi xêrhatina we û serkeftin bo pêşeroja Gelê Kurd dixwazim.

Riza Baran PKAN – Berlîn- 28 çile 2018

Heja gotine, Riza Baran bi salane li Berlîne dijî û dewrekê jî endamê Meclîsa Şaredarî Berlîne bû. Riza Baran, ji Kurdên Kirşehîre.