Bûyera Kurikên Satiyê û Mala Mihtopele-II
Hedîse, li ser keçik rêwandine dest pêdike û di encam de ji herdû hêlan 14 kes tên kûştin.
Dile Fata Satiyê û Hecî ye Male Mihtopele.
Bi cih kirina (iskan) kurdên Anatoliya Navîn û role beg û Axa
Kurdên ku koçberî Anadolê bûnî, bi destê beg û axayan dihatin bi cih û war kirin. Rêveberîya devleta tirk, bi destê beg û axayan ji kurdên herême, bi cîh kirina bi darê zorê li wan ferz kir. Devletê dizanî bi cih kirina kurdan tenê bi destê beg û axayan dibe; ji ber vê nedixwest bi ser beg û axayan de zêde herin. Ditirsîn ku beg û axayê kurdan li hemberî devletê rakin serhildane.
Beg û axayan, devlet, kome eşqîya û kurdên Anatoliya Navîn tewcîh (yönlendirme) dikirin. Beg û axan û komên eşqîya pir caran ji hev elm (xeberdar) bûne. Beg û axayan bi vî awayî statû û otorîta xwe li hember devletê û li hemberî kurdan diparastin.
Ji hêla meselêyen civakî û çandî ve kurdên Anatoliya Navîn giredayê beg û axayan bûn. Ewlehiya civake, pirsgirêken civakîyê mîna: dizî, neheqî, jin revandin û aşîtîya di navberê xelkê de bi destên beg û axayan dihatin çareser kirin.
Beg û axayan, bi vî awayî, role xwe yê ku ji Kurdistane bi xwe re anînî li Anadolê jî li ser kurdên herêmî didan ferz kirin.
Nimûne yekem; Beg û axayan kurdên li Anadolê hevidû tahamûl nedikirin:
Eşîra Canbegan bi devletê Osmanî re peyman çêkiriye ku êla Canbegan ihtiyacê devletê ye goştê pez tedarîk bike. Di sayê vê peymane de, mezinên êla Canbegan him dewlemend bûne him jî demekê desthelatdarîya xwe li ser kurdên Anatoliya Navîn meşandine.
Axê gundî Qadoxlû ye Remazane Çavgevêr e ji Mala Elî Mestê pir dewlemend bûye. Beg û axayên din dewlemendîya Remezanê Çavgevêr gotir (tehemûl) nedikiri ne, xwestine peşîye li Remezanê Çavgevêr bigrin. Ji bo ku talanekê li malî Remezanê Çavgevêr bixwin, meriyên xwe dişînên gunde Qadoxlû, meriyên axî Qadoxlû bi ve yekê dihêsen, bi sîlehan didin dû wan û gûle li hespekê dikeve hesp diterişe, ew jî hesp li wî cihe dihelin û direwin.
Hespe beg û axayan bi cins û bi sinif bûne, bi zin û zengîyê dihatine xemilandin û ji ber ve dihatine naskirin.
Remezanê Çavgevêr, piştî çend rojan beg û axayan dawet dike û bûyerê ji wan re yek bi yek dibêje. Beg û axayan gotina Remezanê Çavgevêr qebul nakirine, dibêjin: “Koma eşqîya hespê me ji tavle derxistin pê hatin dizîya malî te ku navî me pê neçê bikin ku em li hemberî hev bisekinin.
Nimûne dûyem; derva kirina mala tehsîldar:
Devlet, tehsîldar şandiye nav kurdên Anatoliya Navîn ku xwûşare/bace (vergi) berhev bike. Beg û axayên vê çaxe kurike Satiyê xewle dikin û tinîn bîra wan ku tehsîldar vegerîye mala xwe. Mala tehsîldare li Mametliye, gundekî tirke û li ser rîya Enqere. Devlet, ji bo ku tehsîldar xwe û bace ku berhev dike biparêze sîlehek daye wî. Koma eşqîya tere gunde Mametlîye bace ku tehsîldar berhev kiriye ji dest bigrin. Tehsîldar pê dihesa ku hatine mala wî derva bikin, ji hûndire male de, bi sîlehe xwe diparêze. Di encamê de Hûse Satiyê di destê xwe de birîndar dibe û koma eşqîya mecbur dime ku xwe paşve vekişîne
Devlet, dide dûyê meselê û bendê ber nade. Zore dide ser beg û axayan ku ew koma eşqîyan bidin girtin. Piştî çar mihan jî wan a dîsa bi berdandin didin.
Şerê li istiqama:
Devlet radibe ser pîyan ku koma eşqîyan bide dawestandin û meselê têxin bin kontrola xwe. Devlet, beg, axa, mûxbirên xwe û mala Mihtopele li alîyekî; li hember wan herdûkan jî koma eşqîya/ Kurikên Satiyê jî li alîyekê ne.
Beg, axê û muxbîr xeberê digîhênin devletê ku koma eşqîya hatine gunde Tavli ye. Devlet komek esker dişîne da ku koma eşqîya teslîm bigrin. Koma eşqîya xwe davêjin alîye îstiqama; komê eskera û komê eşqîya ve tên hemberî hev.
Hesê Satiyê pir nîşangir bûyê û li perê dixistîye. Nedixwestine ku eskeran bikûjin lê komandane eskeran dev ji wan bernedidayê. Hesê Satiyê, bang li komanden dike, dibêje: “Em nexwazin bi we re şer bikin, dev ji me berdin paşta vegerin!” Komandanê har û bitir bûyî, fermane dide eskeran û wan bi ser koma eşqîya de dajo. Hesê Satiyê, nîşane digre di çavê komanden de lêdixe, wextêk komanden ji çavê xwe birîndar dibe, koma eskeran xwe paşve dikşînin. Koma eşqîya xwe ji vê belaye xelas dikin lê hedîse jî her ku diçe gir û mezin dibe. Koma eşqîya berê xwe didin Gola Samsame.
Istiqam herêmeke, di navbera gunde Tavli û gunde Şêxika de ye ku cihekê bi newal û kendal e. Runiştiyên gunde Şêxika (komişinli) bi eslê xwe kurdin, mezinen gunde Tavli hin jî dibêjin gunde Şêxika lê ew îro xwe wek tirk dihesîbinin.
Li Anatoliya Navîn gunde Şêxika û Kutuga ye ji hema aşîretê ne.
Şerê mala Mihtopele û kurikê Satîyê ye li Gola Samsam e.
Koma eşqîya, tên sazî Kozanli ye yî li ber Golê Samsame. Golê Samsamê di navbera gunden Celikan, Şereflî û Kozanli ye de ye. Koma eşqîya, rastê kerîyek pez tê, ji şivên dipirsin ku va peze kê ye? Pez, pezê male Mihtopele lê şivan ji ber tirsê ji wan dibêje: “Pezê male Bektaşî Mêl Omere.” Malê Bekteşê ji Xelkêjorê ( Karacadag). Koma eşqîya, bi şivên re dibêjin: “ Pezekê ji ê Axê bide me, emê bi êvarê werin heqî we bidin. Şivan dibêje: “10-15 peze minê gendi ye hene, yeke ji ê min pewin û nêsika pezê Malê Êxê medin.” Koma eşqîya dibêje: ”Na, tê ji pezê êxê mihekê bidê me!” Şivan pezekê dide û ji wî cihî bi dur dikeve. Koma eşqîya, pezê şerjêdikin goşt dirbêjîn û dixwûn. Koma eşqîya, hênek ji wana vedihesen û hênek jî di gole de avjeni dikin.
Şivan, kerîye pez li şûnê xwe dîcile û dev dide zozanê male Mihtopele. Şivan, hekete mezin dike ji merên mala Mihtopele re şîrove dike. Ew jî rext û sîlehên xwe dipêçin û dev didin Gola Samsam e. Hîng ku koma eşqîya di vedihesin û di nava avê de ne mala Mihtopele êrîşa wan dikin. Şerekî giran dest pê dike û şer şev û rojekê berdewam dike. Di encamê de ji mala Mihtopele 6 kes, ji koma eşqîya jî yek kes dimîre û yek kes jî birîndar dibe. Ê ku birîndar bûyê Gonco Ale ye, di nav koma eşqîya de du ditîn dere pêş dikewin: Hinek ji wan dibêjin birîna Gonco yê kûre em li paş xwe nehêlin (Dema ku dest pê eşqîyatîye kirine, soz dayîn hevidû ku kî birîndar bû li paş xwe nehêlin). Hinek ji wan jî dibêjin ku birînên xwe bên derman kirin dibe ku ew sax bimîne. Li dawîye, qirare didin Gonco yî Ale digîhênin Altilar a Mala Elîye Bozo.
Hecî Bixurcî teva ve bûyerê nabû ye:
Hedîsa kurikên Satiyê, di ber mesela Hecî Bixurcî qewimîye. Hecî Bixurcî û hevale xwe, bi tû ava yê tevli vê bûyere nebû ne. Gor ku te qal kirin, Hecî Bixurcî û Hecî Malê Mihtopele hevalên hevidû bûne.
Rawa Alê û Gonco ye Alê
Rawa Alê xwenga Gonco ye Alê ye. Raw jineka bejin dirêj, bi quwet û bêtirs bûye. Raw xeberê heytine ku Gonco yî li Altilarê di mala Elîye Bozo de ye û bi birînên giran dinale. Ji tirsa beg, axa û dewletê kes nawêre xwe nêzika Gonco ye Alê bike…
Raw, Gonco bi şev ji malê Elîyê Bozo bi qangiriyêkî ga derdixe, bi şev bi rê de tera û bi ro jî di nav zewî û zîyanan de xwe vedişêre da ku kes nebîne. Gonco, ji ber birinên xwe her ku diçe giran dibe. Raw, li ber mêrîye xwe digere û wan a dike navberê ku ma beg û axayan têxin dewrê û birînen Gonco derman bikin. Beg û axa ji tirsa Devletê re derman kirine birêne Gonco qebul nakin. Raw, bêçare dimîne, xwe davêje wî alî û vî alî lê encam nagre. Raw, li çol û banîyan bi gûl û gîyan li derman û çareserîye digere, birêne Gonco ew qes giran dibên ku êndin kûrm dikevinê. Raw, ji neçarîye rûn diqijîlîne û bi birîne Gonco de berdide.
Ji tirsa devlet, beg û axayan kes nawêre alîkarîya Gonco ye Alê bike. Gonco, ji ber birînên kûrê ku nehatin derman kirin jîyane xwe ji dest dide û dimire.
Rawa Alê Gonco bi tenê defin dike:
Rawa Ale, Gonco ye birange xwe tîne gunde Tavlîye ku defin bike. Ji tirsa devlet, beg û axayan re kes nêzike nabe ku Gonco defin bike. Raw, bi ten û tenê tirba Gonco dikole, lê Raw bi şûnake ku di tirbe de qebre bikole. Raw li nav gund li der û cirana li textan digere ku wek qebir di tirba de pê helpêsêre û lê kes textan nade. Raw, bêçare dimîne ku hêleka dûgane xwe jêke, wek qebir pê heldipisêre û Gonco defin dike.
Sal vedigere sale, zevî û zîyanê bûne û wexta xerman rakirine ye. Rawê xermane xwe bi dûgane bajo ye lê tenê hêleka dûgane heyê; bi hêla dûgane din Gonco ye biraye xwe defin kiribû. Rind dizane ku kes tu dûgana nade wê. Hûr û kûr difikire lê çarekê nabîne. Şevekê tevir û bêre xwe digre û tera ser tirba Gonco. Tirbe ji nûva vedide nivî dûgane ye din bi şûnde derdixe û tîne bi nivî din ve bi hevda dike û pê xermanê xwe heytine.
Çavkanî: Ji gunde Tavli ye Reşit Çoban (Reşo), ji Xelikejorê Mehmê Male Mihtopelê.
Ahmed Gezer
15 Gûlane 2019