Bûyera Kurikên Satiyê û Mala Mihtopele-III / Ahmed Gezer

Bûyera Kurikên Satiyê û Mala Mihtopele-III

Hedîse, li ser keçik rêwandine dest pêdike û di encam de ji herdû hêlan 14 kes tên kûştin.

Dile Fata Satiyê û Hecî ye Male Mihtopele.

Bûyer: Versîyonên bûryerê pir in, her kes bi avakî û gor xwe şîrove dikin. Herkes berê meranîye û qehremanîye berva xwe û berva binemala xwe dikin.

Dewlet dixwaze tehekûma xwe mirkûtî bike:

Piştî şerê li gola Samsam e ku 6 kes mirin, devlet dixwaze bûyerê texin bin kontrola xwe û bigihênin encamekê da ku tehekûma xwe mirkûtî bikin.

Hûse Mille û Miste Satîyê di şerê gola samsam e de dimirin, devlet bi arebê hespan dibin qezê Kadinhane. Wextêk meyite wana vedigerînin , bi qangirîye ga ji bo îbret û alem, dest û lingen wana bi qêngiri de, ê bi ba kirin didin û di nav gundan re tînên gunde Tavlî ye.

Rûspîye wê demê dikevin navberê û terin cem beg û axa’n. Peşnîyar dikin ku ma koma eşqîya cirmekê bidin dewlet û mala Mihtopelê, hersê hêl jî meselê sûkit bikin.

Beg û axa’n, vê meselê di nav xwe de şêwr dikin ( istişare etmek) û pêşnîyare qebul nakin. Hênek beg û axa’n dibên, ku dewletê wana efû kirin, yên paşe bibin belaye sere me.

 

 

Kurikên Satîyê nexwazin teslim bibin

Devlet, zore dide ser beg û axa û mûxbirên xwe, da ku kurikên Satîyê teslim bigrin. Mûxbira xeber şandî ku kurikên Satîyê li Îde werin gund. Devletê jî, hazirê xwe fen û fûta xwe kirine. Dor alîyê gundê Tavlî heyna ne çemberê.

Bi subayê xwe re xeberê dişînin , li nav gundan belav dikin ku Atatûrkê dixwaze wana bibîne. Axe çûye ba Satîyê gotîye Atatûrkê wana merak dike û dixwaze ku bibîne. Satîyê xeberê dişîne ji kûrikên xwe re ku teslîm bibin. Kurikên Satîyê li vedigerinên, dibên Atê ji wan hîna meke, ewê me bixapînên û kûrikên Satîyê nexwazin teslîm bibin.

Beg û axa’en, Satîyê dixin ser ku Kurikên xwe teslim bên , devlet wana nakûje , yên çend salan ramedin û ê je pê şûnda jî serbest berdin.

Satîyê qanî dibe, bangê kurikên xwe dike ku teslim bibin û kitana xwê spî ji serê xwe dike li navberê herdû alîyan rêdixe .

Kurikên Satîyê tên ku teslim bibin ,li vê meydanê li ber çaven ew qas însanî û ji paş yuzbaşi , yek bi silehê xwe herdû ya jî dikuje.Versîyone kuştine pir û pirin, hênek dibêjin êxa di paş yuzbaşi de li xist û kuşt. Hênek jî dibêjin, mêrêkî kince jina li xwe kirin li paş yuzbaşi sekini li xist û kuşt.

Mame Male Huskêlke, zer û zîva topdike tera Îzmîre, Mame bi tirkî jî nedizanîye. Ciranê xwe ketîye şik û guman e ,gotiye va kîye çima hatiyê Îzmîre? Mame Malehuskêlke, sevêk ciran şikayet nake ji wan zer û zîvan heneka dide ciranî xwe, ciran careka din tê û hetanî ku rûkinê zera tîne tera û tê.  Piştî, şeş miha û salekê cîran careka din vedigere, Mame Malê Hûskelkê bêçare dimîne merik dikûje û bi çalê tuvaletê de berdide. Mame Malê Hûskelkê , paşe li Izmirê dizewice.

Mame Malê Hûskelkê, gavekê li hepsê Ulucanlara jî radime de

Hûse Mille bi tenê dimine, kurik û kulfet topdike dike tera gunde durumtaş incek/ Enqere.

 

Kilama Satîyê li ser kurikên xwe sêrayê:

Berxê li ketê, berxê li ketê

Can û camerê mine li ketê

Pê nizanê me ku ez bêm li ezber

Tû bêja li ser xetê

Di gûnê min qeregune re

Tabence û sîlehê xwe dane çerxê

Min xwe avêt dest û linge Alî Begê Omerê

Got xwenge Înşalleh hikûmetê bi efekê ve derbixwe.

 

Min kitan li ber Alî Begê Omerî rexist

Got ez çirekim xwenge

Ji min re derket lêxin emrê hikûmetê

Bejna berxên min dara merxê

 

 

Kilamên Fata Satîye:

Haye tewine ,harb û harbe talen e

Herba Male Mixtopele û bi Kurikên Male Satîye

Bi di Xelka zuva de li hev natin

Hesen bira, here çî sileh û mawzerê we hena bide ber xwe

Kûre Male mihtopele yê têne mîne ser xwe

Haye taho , Hecî taho

Hûsê bira ye te yê taho

Di kapî male yê alçaxe ê tê helnewo

Dîno Hecî xwe xwar bike were

 

Tescîl:

Hûse Mille: 1.7.1888-2.6.1949: 61 salî bûye

Satîyê: 1.7.1873- 7.2.1942 : 69 salî bûye

Hase Satîye: 1889- 23.04.1905:  16 salî bûye

Hûse Satîye: 1.7.1876 – 23.04.1095: 29 salî bûye

Miste Satîye: 1.7. 1908- 29.01.1967: 59 salî bûye

 

Çavkanî: Ji gunde Tavli ye Reşit Çoban (Reşo), ji Xelikejorê Mehmê Male Mihtopelê.

Ahmed Gezer

15 sibat 2019