HESRET/ Xizan Şîlan
ax ax Welatê xoşewîstan
ji bo te ez hesretê dikişînim
ji kevirên çiya û zinaran
te dipirsim
qêrîna gewriya te dibihîzim
bêyî te li xerîbîstanê
ez esaret im
ji bo hebûna te
em hemû wek serwet in
ax ax Welatê...
HELBESTVAN / Xizan Şîlan
HELBESTVAN
tîreke tûj
li ser dilê helbestvanên keserkêş
daçikiya ye
helbestvan
di agirê kelkela hesreta sewdayê de
dişewitin
li baxê hezkirinê
bêhna kulîlkên rengîn
li derdoran belav dikin
helbestvan
şervanên sînornenas in
çirûskên roja hemdem in
li nav tofanên har
govenda heqîqetê digerînin
mîna teyrên baz hêlîna xwe
li asta...
HENÎ NENA / Esîn Akgûl
heninene weleh heninene
dangê ji welatî Xerîb qe xweş nena
dev li hev nagerine hekîm û loqmane
mêrata derdî mayê vê dermane
barî îsalî ji gîştkayî girantire
zemanî ji tev zemanî xerabtire
reyê ji rêya tev dirêjtire
tê nagêma derdî ji...
RÊWÎ / Xizan Şîlan
ez
rêwiyê rêya şevistanên esmer im
li ser heft parzemînan
bi gavên qerimî dimeşîm
min
çavên xwe li dinyaya fanî
digerand
li Afrika xwîn diherikî
li Asya jan dibarî
li Ewropa
hesp rakiribûn çargavan
li Amerika jehr dipijiqî
li Awistralya
ketibûn xewa tiraliyê
di tûrikên milên min...
ZAROKÊ SÊWÎ / Xizan Şîlan
ez
li nav qelebalixa kolanan
zarokekî sêwî me
di bin lampeyên xemgîn de
stûxwar digerim
bermayiyên xwarinên xelkê
berhev dikim
quncikên tenha
di keservedanên min de
nalenal in
bi rondikên êş û kederê
rûyê xwe dişom
her saet pelek ji dara temen
diweşe
her şev
stêrkek melûl ji...
HESTÊN PENABER / Xizan Şîlan
li tenêtiya şevistanên sar
hestên xwe dispêrim
paşila helbestê
li bêçaretiya qederê
rojên nazdar û kubar
xwe ji min veşartin
xurbetê kirasê şînê
li bedena şadiyên min
rapêça
ken û girînê ji hêlîna dil
fîrar kirin
derdê dinyaya derewîn
li ser serê min...
KESERÊN LAL / Xizan Şîlan
ez
êşa birînên qalik girtî
bi keservedanên xeniqî
vedibêjim
qêrînên serhildêr
di hinavên min de hatine
veşartin
teşqeleyên demên fesad
bi pêjna dilê perpitî
dişopînim
bi çavên kor dibînim
bi guhên ker dibihîzim
bi pênûsa westiyayî
dinivisînim
û bi zimanê lalûte
şirove dikim
ji ber feryada dayikên Șengalê
parsûya...
EY MIROV / XIZAN ŞÎLAN
ey mirov
ji ber hovitiya we
stranên şahiyê
ji kezebê dinalin
helbest
di îskeîska gewriya xwe de
xeniqîn
rojan
kirasê reş li bejna xwe pêçan
şevistan xwîn vedirişin
stêrk xeyîdîn
reşewr stewr bûn
dengê xuşexuşa barana bereketê
hate birîn
çirayên geş şerm kirin
ji...
ȘADIYÊ DIRÊSIM / Xizan Şîlan
ez
lehengê destaneke hemdem
yê bargiran im
di dilê gelê xwe de
karwanê rêya azadiya
welatê xwe me
li firtûneyên jankêş
rêwitiyê dikim
û bi gavên lez û bez
ber bi rêya aramiyê ve
dimeşim
dostên sadiq hevrêyên min in
kirasê taristanên mijgirtî
bi tîrêjên hêviyê
vediçirînim
ji...
AGIRÊ VEJÎNÊ / XIZAN ŞÎLAN
AGIRÊ VEJÎNÊ
keda xwêdana eniya
kedkaran
êşa kul û birînên nehatî
kewandin
sebira pelweşiyayî
kaniya bêrîkirinên
miçiqî
bêxewiya şevistanên
dilteng
xewnên mişext bûyîn
dê bibin agirê roja vejînê
xemgîniyên rojên stewr
çirûskên stêrka asîmana
xemkêş
berfînên quntara çiyayên
stûxwar
xilmaşiya tava serê sibehê
dê bibin agirê roja vejînê
xwîna...