Zimanê Kurdî, zimanekê herî kevnarê li Rojhilata Navîn e.
Mîr Celadet Bedirxan, 85 sal berê di 15ê gulana 1932 de li bajarê Şamê care siftê Kovara Hawar derxist.
Ji bo vê , ji sala 2006a û virda roja 15ê gulanê , bi girêdayê vê rojê KNKê ev roj wek Cejna Zimanê Kurdî îlan kiriye û ev roj her sal tê pîroz kirin.
Zimanê Kurdî, li nav Kurdên Anatoliya Navîn ji ber bi salana (500 sal) polîtîkayên bişavtinê ( asimilasyon) heye, dixwazin zimenê Kurdî bê bîrkirin.
Zimanê Kurdî, li nav Kurdên Anatoliya Navîn, di nav çemberaka çar alî de yê, dinale û li ber kesera mirêne ye.
Heqîqet e ve, hetanî ku perwerdehiya zimanê Kurdî nebe û civak zimanê xwe di nav jiyana rojaneda nede jiyandin, nikare hebûna xwe dewam bike û nikare nasnama xwe biparêze.
Asîmîlasyon li ser Kurdan , li ser zimanê Kurdî duhinî hebû û îro jî berdewame.
Gor ev qes çew tirsandin û bişavtinê Kurdên Anatoliya Navîn hing jî bi zimanê xwe dipeyvin/ dengdikin.
Zimanê dayîke’ zimanê ku mirov ji dayîk û bave xwe û ji dor alî xwe hû dike re diben zimane zîkmakî.
Zimane dayîke’ di şehsîyeta mirov û di nasname civake de cîhe kî bi berçav digre.
Welatparazî herî mezin ,li mala xwe bi hevre bi Kurdî bipeyvin /deng kirin e
Lêxwedî derketina zimane KURDÎ bi çand û çênandine dibe.
Em wek PKAN, vê rojê li hemû kesên ku zimanê dayikê wekî şîrê diya xwe pak û helal dibînin pîroz dikin.
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn PKAN