min
hemû rabirdûyên xwe
şewitandin
bîranînên koçber
li kendalên tenha mehkûm kirin
xewnereşkên şevên kor
bi sêdara çaxên genî ve
daliqandin
xem û xeyalên xwe
di sîngê zinaran de
mûmya kirin
qêrîna kefenê zarokên bêkes
di mêjiyê min de
deng vedide
kul û keder
di kaniya çavên ziwa de
hatin veşartin
rojên min
di çerxa demên lal de
dilerizin
xemgîniya awirên fedyok
sîtavkên neynika dilê şikestî ye
ramanên min yên felsefî
di raperînên xwe de
digihêjin ronahî ye
li tijîbûna meydanan
nasnameya qedexebûyî
dihûnim
pêşerojên nediyar
xwe spartine tenişta çalên bêbinî
saeta ber balgiyê min
ji tenêtiya salên qambax re
hat barkirin
hestên mirina bêdeng
li nav xeyalên şevên esmer
westiyan
li nimêja danê êvarê
tizbiyên sebira derwêşan
dikişînim
ez
biyaniyê warên laşê xwe me
di bêçaretiya temenê wêran de
min têkçûna xwe kuşt
tûrikê firtûneya jiyanê
di asoyên keskesor de
bi hêviyên berbabûyî
dadigirim
Xizan Şîlan
2011-09-11
Stockholm