Çiyan difikirim / Kadir Çelik

 

Ev demeke di bîra min de çiya vedilerizin, Wêneyê çiyan,  gelîyên di dil û mêjiyê min de dagir kirine. Ku rast were gotin bi çiyan radibim û bi çiyan rûdinim.

Çiyayên bedew, çiyayên asê û çiyayên bi hêbet.

Li ser wateya çiyan ya li ba min difikirim. Li ser velerzîna hestên min ya di derbarî çiyan de difikirim. Hêbet û bejinbilindiya bandora wan ya li ser xewn û xeyalên min diramim. Çiya û girêdana wan ya bi rengîniya ziman, wêje, sitran û vegotina me ve, min dixe nav xeyal û fikaran.

Di heman demê de, pê dizanim ku nêrîn û helwesta min a di derbarî çiyan de tê guhêrîn. Çiya, di cîhana heyal û zanîna min de cîhekî cewaz û nûjen werdigrin.

Di dema me ya îro de, em dibînin ku her kes, çiyayên xwe an jî geliyên xwe, bi xwe diafirîne. Hîn kes jî çiya û bejinbilindiyên te afirandî ji bo helfirîna ber bi jor de weke derenceyekê dibînin û bi kar tînin. Hîn kes xwe disipêrin çiyayên te bi berdêlên mezin afirandî an jî xwe pê mezin dikin da ku li mezad û bazaran bên dîtin.

Wek em hemî jî dizanin çiya di jîyan û mêjî û derûniya me kurdan de cîhekî berz û bilind û pîroz digrin: û dîsa dibe ku evîna min û çiyan jî ji ber vê egerê be. Dema her kesî em terikandin, dea her kes wenda bû tenê çiya man, dest û milên xwe dirêjî gelê me yê hêjar kirin û her wekî xwe man; bilind, rast û dost. Lewma li ba min, her dem û her gav çiya kurd in û dost û hevalên rojên zor û zehmet in.

Ma kîjan sitrana me ne di bin bandora bilîndî û bedewiya çiyan de ye? Ma kîjan çîrok û helbest û romana me di çêj û vegotina xwe de cîh nedaye çiyan? Ma evinên me, şerên me û tekçûn û serkeftinên me çiqasî ji çiyan dûr in?

Ma ne çiya ne ku di her dem û her pêngavê de ji êş û azarên me re bûne rûber û birînpêç? Ma ne çiya ne ku di serdemên zulmê de ji me re bûne quble û perestgehên herî pîroz? Ma ne çiya ne ku tu caran çavên xwe ji rastiya êş û elema vî gelî re negirtine?

Û zarokên porzêrîn ku berê xwe didin çiyan. Ma gelo ne ji ber wê hêviyê ku me her dem azadî, weke dergûşeke di hemêza çiyan de naskirî ye? Ma çiya, ji destpêka dîrokê heya bi îro ne kanî û îlhama azadiya cîvaka me ne?

Heya dema niha çiya ji bo min sêmbola hêzê bûn, sêmbola serîrakirin û teslîmnebûnê bûn. Sembola serînetewandinê û sembola sekin û tevgerîna serbilind bûn. Çiya xencerên tûj û har bûn ku her carê, rê li ber hêrişên hov û dagirkeran digirtin.

Di heman demê de çiya ”mêr” bûn di xewn û ramanên min de. Çiya û jin heya niha wêneyekî ne gengaz û ji xeyalên min dûr bû. Çiya weke zilamekî bihêz, wêrek û serbilind bûn. Min bi çavekî mêranî li çiyan dinêrî û çiya li ba min heya niha ”mêr” bûn.

Ev demeke di bîra min de çiya vedilerizin, Wêneyê çiyan,  gelîyên dil û mêjiyê min dagir kirine. Bi çiyan radibim û bi çiyan rûdinim. Û pê ve girêdayî hinekî jî li xwe difikirim.

Têgihêştim ku çiya û zilamtî dûrî hev in. Çiya, di wêne û çerçiva mêranî de li hev nake mîna berê.

Çiya, bi ber û bereket in. Çiya serhilder û bi taybetmendiyên xwe yên li benda kişfkirinê, zêdetir dişibin jinên me.

Her ku nêrînên min yên di derbarî çiyan de kûrtir dibin, dîtinên min yên di derbarî mirovan de jî bi pêşve diçin. Meriv dikare berevajî vê jî bifikire û helbet rastî tenê ne yek reng e.

Pir pê bawer im ku çiyayên me taybetmendiyên ”jinê” dihewînin û di dilê her jineke kurd de çiyayek heye.

Ji mêj ve ye, ji çiyayên welêt re rêzgirtineke mezin raber dikim û dilê xwe, her ku diçe zêdetir bi dilê çiyan ve girêdidim.

Çiya zayînde ne, çiya hemêzgerm in, çiya dildayîk in, çiya JIN in.

 

Kadîr Çelîk

 

 

916