Corona, êşa Min û a jina Romanî
Li kar im. Li hember min jineka ji Romanyê li ser kursîya textinî rûniştiyê û destmaleka xetinî ye di dest da ye. Jinik, bi ser zikê xwe yî girî bi ser hevde nûr bûyî de xwarva hatibû û diponijî. Ez jî li ser kursîya karê nerm rûniştimê û hişê min î li ser birayê min î di nixaşxanê de ye! Serê minî biyê viçikî tiji av, tiştekî din nahizirê. Hefteyek bû ku ew bi nixwaşiya corona ketibû û dû roj bûn ku li nixwaşxanê di karantîna de ye! Tirs, şik, xêmgînî û fikar bê hed û bê sînûrin…
Bi jinika li hember min rûniştî ve car caran em tên çav çavan. Lê di navbera me de dîwarê Çîn hebû, ew parsekçî, ez karmendê dewletê ye kinc pakij bûm. Ew li min, ez jî li wê mezêdikim. Yekê jî neçarin, lewra em tam li hember hevin û navbera me deh metro ne. Simala spî di navberê tiliyên xwe de dizivirand, xwe kêm bê jî dihêjand û jinûşkava dest bi gîrî kir. Mîna barana biharê ya bi ser axê de hûrik hûrik bê navber bibarî, ew jî digrî û carna bi kaxizê padikir…
Ere em dû cîhanê cûdabûn, ew parsekçîyeka ser neşûştî, cil qilerî; ez asîlzadê (!) ye dewletêka poz li jorê kinc pakij bûm. Di ve rewşê de an ve kêlîyê em wek hevbûn! Êşa me, girîyê wê, xêmgînîya min û hestên me ji bo hezkiriyan zîz bûnî wek hevbûn… Gor ve jî heta niha dema min ew didîtin pozê xwe diqerçimand… Min ji xwe pirsî, wê jî di çav û henîya min a bûyî nexşa dine de êş xwendibû? Heger nexwandibe çima serî kêlîyekê serê xwe radikê û mezê dike? Çik heyî, rewşa xûya dikî ez ji hûndir de ew jî ji derda digrîn… Min sedêma girîyê wê meraq dikir, eceba nasên wê bi corona xopan ketibûn ya jî bîra zarokên xwe kiribû an nedikarî herê welatê xwe? Bê guman min nedizanî ew bi çi xêmgîn bûye lê tiştê dîyar ew bû ku em herdû jî têra xwe tiji derdin. Di nava va xeyalana de telêfonê min lêket. Navê birazîya min hat ser camê; dilê min bilez lêda. Bi dengekî ji kurahîya êşan derdikevî lê naxwazî nîşan bidî:
– Belê … delal, ji bavî te xeber hene?
– Erê Apo, ji min re sms şand ku ew rinde, dr wî jî got ”me alafê wî kirê bin kontrolê û em binêrin ka çawa dibe.”
– Spas, te nûçeyeka pir rind da! Bi xatirê te.
Ji sedî sed birazîya min jî gotibû va çima ewqas lez dike lê min bi zorê telefon girt. Heta ew dîna cîhê wî, hestirkên mîna diropên ji nava volkanekî diwêşîn bi ser rûyê min de hatin xarê. Min hîs kir ku çavên min wek biroşa li ser agir bûn; germ bibûn, dişevîtin û di nava wan de tevgera rêhan destpêkiribû. Ez girîm, girîm û girîm… Nizanim çend deqîqê derbas bûn, min serê xwe ranekir, nedixwast wî nîşanî jina Romanî bidim. Ya rast, min nexwast ew carekê din bi rewşa min xêmgîn bibe. Dilê min nerm bibû. Di van çend deqîqan de min ji dil lava kir ku hemî nixwaş, heger hebin e jina Romanî jî di nav de rind bibin. Werin nav hezkiriyên xwe û tama devî kesî tehl nebe… Çavên xwe li jêr pakirin û serê xwe rakir.
Jinik hîna jî li wir bû lê nedigrî! Me dîsa li çavêhev mezêkir û pir neçû telefonê xwe derxist kirê navbera serpûşî û canê xwe, axivî. Bi ke re diaxivî nizanim lê piştî çend kêlîyan rûyê wê bişirî û paşê jî kenî. Çi tesedûf em bihevre xêmgîn bûn û bihevre jî şad bibûn! Piştî telefon temam kir, rihet bû, poşîya xwe dîna ser kursîyê, ji porê xwe yî reş çend têla veqetandin li ser cenîgên xwe gulîyên xwe bûnan.
Di vê kêlîyê de min soz da xwe ku derketim der ez ê ji wê re xwarinekê bikirim û careka din poz bilindiyê nekim. Sivik bibûm û corona anîbû bîra min ku em hemî mirovin! Xwêdî yek hest û êşêbûn!
Şoreş REŞÎ
2020.04.03