DAXÛYANIYA DAMEZIRANDINA PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN (PKAN)
Gelê Kurd yek ji gelên Rojhêleta Navîn yê herî qedîm e ku jêdarka mirovahiye ku li Mezopotamya yê dest bi şaristaniyê kiriye . Mezopotamya, di hûndirê erdnîgariya xwe de bê hejmar şarestanî afirandine, parastine. Li ser erdnîgariya Mezopotamya hêzên desthilatdar kar û bare xwe dikin, dagirker û paşverû jî firsendan li gor berjewendiyên xwe bi kar tînin. Di rewşekî wisa de dagirkarên Rojhelata Navîn, gelê Kurd ji cîh û ware wan qut kirin û penaberî û koçberî wekî çarenûsekî dane ber ger gelê me.
Li gor çavkanî û lekolînan KAN ji Reqqa, Çiyayê Kurmênc, ber Firat, Deşta kort û herî dawî jî hatine Anatoliya Navîn. Kurdên Anatoliya Navîn (KAN) di salên navbera 1500 – 1840’an de ji welatê xwe, Kurdistane hatine bi dûr xistin, armanca koçberkirîne têkîliyên wan ji hev qut bikin û perçekirina civaka kurd û derizandina çand û nasnameya wan bû. Di saya çanda cotkarî û rêncberiyê gelê heremê KAN heta roja îro anîn . Kurdên Anadola Navîn, nirxên xwe yê dîrokî, çandî û hûner û toreya xwe heta berê 40- 50 salan parastin, ji ber ku rastiya civaka kurdên heremê ya wê demê bê yî bandorên ji derve hemî nirxên xwe parastin û bi wî hawî li ser lingan man.
Kurdên Anadola Navîn bi zorê û di encama siyaseta hêlandin û înkar û îmhayê ji cîh û warê xwe hatine bidûrxistin, lewma jî bi koçerîya rewendî re rû bi rû mane. KAN (kurdên Anatoliya navîn) koçberiyê di nav koçberiyê de dijîn, mirov dikare bêje koçberî bûye parçek ji jîyana KAN. Li Anatoliya Navîn bi saya qenûna bo zorê meskûn kirinê li heremê hatina bi cîh kirin.
Kurdan, Anatoliya Navîn ji xwe re wek welat pejirandine. Her çiqes heft bavên KAN li Anatoliya Navîn jiyan kirine jî, qet welatê wan ji bîra wan neçûye. Her dem li nasname û çanda xwe xwedî derketine û dane jîyandin.
KAN êdî nikaribûn bi maldarî û rençberî xwe idare bikin; mecbur bûn ji qalibê jîyana xwe derkevin. Di salên 1960 de, têkîliya bi derveyê heremê re ferz bû, destpêka serdema teknîk, çûyina zarokan a dibistanan û danûstandina bajarvantîyê. Trans- koçerîya KAN li Anatoliyê jî bi dawî nebû, KAN di salên 1960 de ji ber sedemên aborî berê xwe dan welatên Ewropa. Piranî KAN li welatê Ewropa dijîn, pêşî li bajar û navçên Anatoliya û paşê jî li gundan dijîn.
KAN, bi 3 lehçe/ devokê cûda yê kurdî dipeyvin. Kurmanci, Şeyhbizin anjî Leki û Zazakî (Kurmanckî).
Di nav KAN ji hêla ol û din va xwedî 2 mezheba ne: Sûnî ( Şafî û Henîfî) û Alewitî.
KAN ji destpêka jiyana Ewropa de ,di nav tevgerên Kurdistanê de cîhê xwe girtin. Heraketa Azadiya Kurdan û tekoşîna ku li welêt dihate dayîn bandoreke mezin him li welat û him jî li Ewropa li ser gelê Kurdê yên Anatoliya Navîn kir.
Kurdên Anatoliya Navîn yên (KAN) li Ewropa dijîn , ji bo ku bi rexistin bibin li nirxên xwe yên civakî ku ji welatê xwe bi xwe re anîn xwedî derkevin, biparezin û wana peşta bibin ketin nava hewldanan. Bi salane di nav hewldan, kar û xebatê de ne. Kurdên Anatoliyê yên ku li Ewropa dijîn ,her tim di nav lêgerîn û lêkolînê de bûn ku xwe bi rexistin bikin, da ku di warê pirsgirêkên xwe yên civakî de xwe bi rêxistin bikin û bibin xwedî sazî û dezgeh.
KAN, berî ku bi rexistin bibe, di nav gel de lêpirsîn, lêkolin û civîn çêkirin. Piştî kar û xebata ku ev 2 sal in dimeşin encam û biryara bi rêxistinbûne derket pêş. KAN ku li Ewropa dijîn di 10 cotmehê 2015 de li bajarê Goteborg a Swêd bi Kongrekê avakirina xwe ragihand û navê (PKAN) PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN wergirt. PKAN’ê, bi fermî komeleyen xwe li Goteborg/ Swed, Alberslund Danimarka, li Basel / Swissre, li Graz / Avusturya, Stavanger / Norveç û li Marl/ Almanya hene . PKAN’ê heta niha li 8 welatê Ewropa xwe bi rexistin kirîye û meclîs û komîsyon avakirine .
Hejmara Kurdên Anatoliya Navîn (KAN) ku li Ewropa dijîn rast e rast nayê zanîn.
Armancên rêxistina PKAN-E
- PKAN-E li hember îmha û înkarê tekoşîneke bi zanistî û demokratik dike û ji bo ku pêşî li qetlîama spî asimilsyonê bê girtin wê têbikoşe.
- Li Ewropa bi sazyên netewî û Navnetewî re, ji bo parastina çand û nasnameya xwe tekîlîyan datîne.
- Piştgirî dide lekolînên zanistî yên li ser Kurdên heremê
- Li welat bi sazîyen sîvîl re, bi Partî û bi Rexistinên din re tekîliyan datîne.
- Li welat bi rêxistin û sazîyên hevbeş karê sîyasî, çandî, hûnerî û aborî bike.
- Festîvalên Çand û Hûnerê ya Kurdên Anatoliya Navîn li welat her sal wek kevnaşopiyekê , bi Sazîyên sivil û Partiyan re amede dike.
- Civîn, panel ,semîner û konferansan amede dike.
- Li Ewropa şevên çendî, hûnerê amede dike.
- Bernameyên Tv, li ser mijarên Dîrok, bişaftin ( asimilasyon) û Çandê amade bike û biweşîne.
XWEDÎ LI ÇAND Û NASNAMEYA XWE DERKEVE Û BIPARÊZE.
PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN- PKAN
Mail: platforma-kurden-anatoliya@hotmail.com , kurdenanatolya@gmail.com
Malpêr: www.kurdenanatolien.com
Facebook: https://www.facebook.com/kurdenanatoliya.navinavrupa
Yuotube: https://www.youtube.com/results?search_query=pkan+tv