DAXÛYANIYA PKAN’Ê YA LI SER ÊRÎŞÊN EFRÎN’Ê!

DAXÛYANIYA  PKAN’Ê YA LI SER ÊRÎŞÊN EFRÎN’Ê!

Ev 5 sal in li Efrîn li Rojavayê Kurdîstanê herêmeke aram û ewle ye, Kurd bi gelên cîran wek arab û tûrkmen bi rihê biratî, mil û bi mil di bin sîvana sîstemekê demokratîk de bi hev re dijîn. Dewleta Tirkîye naxwaze Kurd bi destkeftiyên xwe bijîn û li ser axa xwe, mala xwe, bajarê xwe biparêzin û bibin xwediyê statûyeka herêmî û navnetewî. Lewma, Hûkûmeta AKP û Dewleta Tirkîye tehemûl nake, erîşî Rojava û Efrîne dike.

Wek PKAN, êrîşen ku li hemberî Efrîne tên kirin şermezar dikin û dixwazin Tirkîye bi lezgînî êrîşên xwe yên hovane rawestîne.

Ji Rojava û Efrînê heya niha ber bi Tirkiyî êrîşek nehatiye kirin, lê ji Tirkîye bi sedan erîş hatine kirin. Rojava û reyadarên PYD,  di her derfet û rewşê de destê biratî û aşîtî dirêjî Dewleta Tirkîye kirine.

Gelê Kurd, li beramberî hemî çavsorî û hêrîşkarî dîsa jî aşitîxwaz e û bi gelên din re  jiyaneke wekhev û  hevpar hêvî dike.

Hûkûmeta AKP û Dewleta Tirkîye, bi êrîşkarîya xwe jiyana gelan ya bi hevre dixe xeterîyê.

Piraniya Kurdên Anatoliya Navîn, bi eslê xwe ji Çîya’yê Kurmênc in. Bi herêma Efrînê re girêdaneke dîrokî dihewînin. Êrîş û bombebaranên li Efrîne tên kirin, mîna li hemberî nasname û dîroka xwe hatine kirin dibînin.

Wek PKAN û Kurdên Anatoliya Navîn, em careka din bang li Dewleta Tirkîye dikin û dibêjin çareserî di şer de nîne , çareserî di aşitî , di jiyaneke wekhevî û hevpar de ye. PKAN, di van rojên reş û giran de piştgirîya gelê me yê Efrîne dike.

PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN (PKAN)