Dema ez biçûk bûm fîstanekî dayîka min hebû. Ji her rengî bu gul û kulîlkan xemîlî. Li ba min gulîstana herî pîroz fîstanê dayîka min bû. Min her cara ku di pêşa dayîka xwe re digirt û pê re dimeşîm navê wan kulîlkan dihêjmart yek bi yek. Gul bû, beybûn bû, rihan bû, simbil bû,
berfîn bû, nergiz bû ûhw. Kîngê min serê xwe datîna ser çokên dayîka xwe balgehê min gulîstana gulgulî ya li bejna dayîka min bû û rûberê min germa destê wê yê min bi hezaran car ramisî bû.
Li destê rastê yê dayîka min deqek hebû. Li milê destê wê rojek dibiriqî û li dor roja gilower tîrêjên rojê difiriyan çep û rast. Dema ew destê dayîka min di nav porê min de digerî, germa rojeke dayîkanî xwe berdida geliyên dilê min û şabûneke bê sînor ez hemêz dikirim. Bi deqa destê xwe û evîna xwe ya bê sînor dayîka min xwedawendek bû.
Dema ez biçûk bûm çîrok vedigotin dayîka min. Pîrîka malxur, Dêvê heftserî, Gurê Mencê û gelek çîrokên din li ser zimanê wê dicivîn di serê min ê biçûk de xewn û xeyalên min dixemilandin. Hîn caran ditirsiyam û min xwe disiparte paşila wê û hîn caran li ser baskên xeyalan difirîm welatên dûr û nenas. Dayîka min bi ew zimanê xwe yê şêrîn çîrokbêja min ya hemî dem û zemanan bû.
Dema ez biçûk bûm tevin li dar dixistin dayîka min. Dema pîjê di destê xwe de li ser hevdeyan digerand û dema dengê kirkît di dîwarên xaniyê me de olan dida ez di deryaka xewnan de di xew de diçûm. Ew tevna, nexşe bi nexşe, çîn bi çîn û reng bi reng di nav destên dayîka min de dibûn çemekî hunerê û ber bi dilê çandeke hezaran salan kevin diherikî.
Dema ez biçûk bûm kilam distiran dayîka min. Dîrokeke ji rengê xwînê li ser zimanê dayîka min dicivî û êşekê xwe radigirt ser wî dilê min ê biçûk. Telî bû, Mem û Zîn bû Ela Birê bû û gelek êş û birînên din bûn ku di kilamên dayîka min de dihêjîn û dijênîn. Hîn caran min dizanî ku dayîka min ew kilaman ji birînên xwe yên nexuyayî re dikirin kew û ji bo henesayekê be jî hemî êş û bêrîkirin û bendewariyên xwe pê dihedandin. Dayîka min di heman gavê de dengbêja min bû.
Dayîka min nasnameya min bû. Dayîka min mamosteya min bû. Dayîka min Kurdbûna min bû.
Dema ez biçûk bûm jiyan xewnek bû û dayîka min Xwedawenda hemî xewn û xeyalên min bû.
Kadîr Çelîk
gordson@live.se