Di vê dersê de , emê îro hevokên xwe ji wan sê koma peyva/ gotina hilbijêrin û binîvîsin.
Gerek em ji her komekê gotinikê hilbijêrin û di hevokên xwe de bi karbînin.
Mînak( eksempel/ örnek)
Heval Bayram sala çûyî li ber male xwe çar darê sêvan danandin, havin pir germ derbasbû ji wana yek hişk bû.
Her hevalek ji kerema xwe 5-6 hevoka binivsîne.
Serkeftin ji we re️
Koma 1. Navdar( navnord/ isim kelime) şal, dar, fîstan, av, mal, qelem, havin, bihar, zevi, ax, manga(çêlek), mî, bizin, şîv, taştê, dayik, bav, xwişk/ xweng, bira, mêwe( fêkî), sêv, hermî( armut), dîwar, birbang, sibe, nîvro, êvar, şev.
Koma 2. Rengdêr( tillægsord/ sifat)
dirêj, sar, germ, sor( sûr), reş, êşin, xwaş, tirş, şîrîn, kesk, spî, bilind, nizm, hişk, ziwa, şil, kûr, bikên, bihêrs, pan, qut, pir, kem
Koma 3. Lêker ( udsagsord/ fiil)
Dotin ( at mælke/ sagmak)
Dûrandin/dirûtin( at sy / dikmek)
avdan/avkirin ( at vande/ sulamak)
birandin/ birîn( at klippe/ skære / kesmek) lêkirin, ( hælde ud/ dökmek)
lixwekirin ( at tage tøj på/ giyinmek)
çêkirin, ( at lave/ yapmak)
amade kirin ( at gøre klar/ hazirlamak)
Danandin/danin ( at plante/ dikmek