Di nivîsa berê de min pirsîbû, gelo nêzikatîya me û maran bingehekî xwe yî dîrokî heye? An kevneşopîyên ku heta roja îro em di jîyanê de pêk tînin, xwe disperin kijan bûyerên dîrokî?
Gor dîtina mamostê Kemal Tolan û êzidîyên me; di dîrokê de bûyereka wiha ye qewimîye: ”Dema tofana Nuh, gemîya wî li ser avê li zinarekî dikevê, qûl dibe û av dikevê keştîyê. Lê hîn binav nebîye, marêkî reş xwe di qûlê re dike û wan ji mirine xelas dike.” Yanî marê reş mirovatî, hemî heywanan û beşekî nebatan xelas dike! Ew roj, va rojê ye mar li cem êzîdîyan maqûlê û li ber devê Lalîşa pîroz jî wêneye marêkî reş heye.
Kalên me hîtît, hurî, gutî xwêdîyê pir xûdêwendan bûn. Wekî xûdayên şer, roj, bê, bereketê û bi sedan xwedêyên wan bi vî rengî hebûn… Di serdêma hîtîtan de efsana Îluyanka heyê ku di wir de Îluyanka dişibê mar û bi xwedayê ba re şer dike. Mar parêzwane.
Di mîtolojîya yunanîyan de “Medusa” heye ku dişibînê Şahmaran. Serê wî ji alî Perseus ve jêdibe. Yunan bi kurdan ve gelek sedsalan cîran bûn û gelek caran jî şerê hev kirin. Dibê ku ew kevneşopî jihev girtibin.
Dîsa gor bavê dîroke Heredot (Bz: 490-425) ê yunan, bûyereka wiha radigîhîne: ”Rojekê Heraklesê grêkî gayên xwe dide ber xwe û tê welate Îskîtan/Saka (kurd in). Ji serma radikeve û hespên wî jî diçêrin. Dema ji xewê şiyar dibe ew hespên xwe nabîne. Tê ber deriyê şikeftekê, heyvanekî joriya xwe jin jêriya xwe jî mar dibîne û hespên xwe jê pirs dike. Ew jî dibêje: `Heger tu bi min re rakevî (gan bikî) ez a cîhê wan nîşanî te bidim.` Ew jî mecbûr dibe ku ve re rakevê ku gayên xwe werbigre. Îro jî ew di nava kultûra me kurdan maye. Wexta keçik û lawikan dizewicînin dibêjin: ”Falan keçik, li falan lawikî mar (mahr) kirin.” Ew di erebî de jî heye û bawerim koka herdûyan jî çanda kurda ye kevne. Bi wê re giredayî, neqişkirina wêneye Şahmaran î li ser hema hema her cîzê keçên berzewac watedare û divê têkiliya wan bihev re hebe.
Dîsa, wekî xwendewanan jî nivîsî, di jîyana kurdan de bi ve re eleqeder gelek bawerî û gotinê mezinan hene. Wek Rafet Karmatî jî gotî di nava kurdan de, ”Marê malê an Erewê malê!” yanî parazvanê malê heye. Heta bi zarokê malê yî jehatî re dibêjin: ”Erew ê malê!” Erew jî di wata marê reş de ye. Gereg tekîlîya wî bi marê li ber devê Lalîşe re hebe. Wekî ”Ez Ku” jî nivîsî bawerîya; ”Marê wî/wê di dû te keve!” heye. Yanî dema kesekî xwarinek xwar û bi yê li keleka xwe re parva nekir tê gotin ku evarê marê tekevê xevna wî/wê û aciz bike. Bi rîya wê bawerîye di nava civakê de dad û wekhevî tê belav kirin…Di roja îro de li cîhanê sûmbola şîfa û tendûristîyê marê û bawerim ew jî ji çîroka Loqman Hekîm te…
Bi kurtî, derdikevê holê ku bapîra min û kurdên di serdêma kevin de jîyayî, bê sedêm hûrmeta mar nedigirtin! Bapîra min û yên din, ew bawerî ji kalên xwe ne misilmane di serdema Nuh de, yên di serdema hîtît û îskîtan de û yên êzidî ew girtibûn. Hu/fêr bibûn ku mar nayên kuştin û ew pîroz in! Lê ji bo ku me bi zorê kultureka din girtiye, me mar dikûjtin.
Ji bo bawerîya kurdan babeteka hêja ye ku mirov li ser lêkolînên kurtir bike.
Şoreş REŞÎ
2018.05.12