Di dîrokê de tekîlîya kurdan bi maran re (I)/ Şoreş Reşî

Di dîrokê de tekîlîya kurdan bi maran re (I)

 

Dîya min digot: ”Hîn tu nahatibû dinê, di temelê xaniyê me de marek hebû, min xwest bikûjim lê dapîra te nehîşt. Digot `Ew marê malê!”

Dema ez kurik bûm, yanî 52 salan berî ve rojê, mala me li zozanê bû. Li zozana me mal kêmbûn lê yên pir, mar pirbûn! Me jî hema ew dikûştin. Rojekê em li der dilîstin û me dû marên bihev de zeliqî dîtin. Bi gotineka din dû marên gan/seks dikin. Mezinên me hema gotin: ”Aman vana nekûjin, gûnehê!” Em jî sekinîn. Mar ketin bin kevirekî û bi vî awayî xwe veşartin. Cara yekê bû ku min marên bihev de zeliqî didîtin. Tenê serê wan ji hev cuda bû, wekî din xwe li hev peçabûn. Neyse, mezinên me, çûn simalek anîn û avitin ser maran. Her koşeyekê jî yek kevirên biçûk dan ser. Piştre çexê ser me bûn û gotin: ”Niha, herkes di dilî xwe de ma xwastekekê bike, lê ma wê ji kesên din re aşkerê neke û ew daxwazên wan ê werin qebûl kirin!” Em li dora maran bûn senc, bêdeng, di hazirolê de û di dilê xwe de me daxwazên xwe lava kirin û mar bi wî awayî hiştîn û belav bûn. Pirs ewin:

  1. Çima kûştina marên bi hevde zeliqî li cem me gûneh bû?
  2. Meri/mirov xwastekan ji ke lava dike?

Misilman, Xiristîyan û piranîya dîndarên din ji Xwedê lava dikin. Lê çima me ji maran lava dikiriyê? Dibê ku dîndarên me îro ve qebûl nekin lê rastîya me pratîk ew bû. Çima?

Dîsa, rojekê ez li ser kanîya me ku qûrnê xwe ji Bîzansîyan de manî û kalê min tamîr kirî digerîyam. Min postek dît, min nizanî yê çiyê, lê xweşik bû û di şiklê wî re xûya dikir ku yê mara ye. Wek naylonekî bû, çînê mar li ser xûya dikirin. Min rakir û bire mal. Sal 1967 in. Pirka min hîn sax bû û min nîşanî wê da. Got:

  • ”Weee lawkî min va postê mara ye!” min pirsî:
  • ”Postê maran jî heye?” Got:
  • ”Ere, her biharê postê xwe yî kevin davêjin û e êcer derdexin!” Min çû hema destên xwe şûştin lê pîrka min ew posta bi hûrmetekî mezin da ser destên xwe û got: ”Em tekin bi biroşê şîr!” Min şaş mayî dîsa pirsî:
  • ”Tekê bin biroşê şîr?!”
  • ”Erê”
  • ”Çima?”
  • Ewê bereketê tekê şîr lawkî min!

Postê ji dest min girt, bir dîna bin biroşê şîrê ku hatî meyandin. Serê biroşê bi paçan dîsa por kir û rabû ser xwe. Ji karê kirî pir bextewer bu kû mastê pir bibe û ew zû bi zû teva nabe… Pirs:

  1. Mirov ji ke daxwaza bereketê dike an kî bereketê dike şîr?

Wekî di pratîkê de jî derdikevê holê, salmezinan marê diparastinê lê yên temen biçûkê mîna min je dixwestinê bikûjin. Gereg sedemêka ve hebe, ne?

Ez li benda bersîvên we me!

 

Şoreş REŞÎ

2018.04.12