Di hilbijartina li Danîmarka de du kurd bûn parlamenter!

Di 5 haziranê de li Danimarka hilbijartina giştî pêkhat, di encamê de bloka sor ji 179 kursîyan di parlamento ye 91 kursî heynan. Bloka kesk 79 kursî girtin û Partîya Alternativ a bêalî 5 kursî heynan. Xêr ji van du kursî girave Feroer û du kursî jî welatê Greenland hene.

Ji kurdên Anatoliya Navîn wek berê jî me ragihandî çar namzet  berendam hatin nîşan dan û ji wan du endam bi serketin û bûn parlementer!

Yên ku bi serketinî yek ji Partîya Sosyalist,Halime Oguzê û bi 1278 dengên tercîh, ji herêma Kopenhag mezin hate hilbijartin. Halime Oguzê ji gunde Omeraya giredayê Kulu Qonya ye.

Yê din jî ji Partîya Sosyal demokratan,Larsa Aslan Rasmussen e û bi 4279 dengên tercîh, ji herêma Kopenhag a mezin hate hilbijartin. Dîya Lars Aslan Rasmussen danimarkî û bave xwe ji kurdêkî ji Haymana Enqere ye.

Kurdên di qada sîyaseta Danîmarka û ya Kurdî de herî çalak Serdal Benli û Ibrahim Benli jî mixabin nehatin hilbijartin.

Platforma Kurdên Anataoliya Navîn (PKAN)