ez
li nîvê şevên bêhnteng
serê xwe datînim ser balîfa
bîranînan
di keservedena bêxewiyê de
kûr û dûr diponijim
mîna derwêşên gerok
berê xwe didim çolistanên
nediyar
li rêwîtiya kelem û striyan
pêrgî êşa salên kambax têm
tîra janeke bêderman
di kezeb û gurçikên min re
diçe xwarê
li ber wîzîna ba û bagerê
stûna pişta qederê
qelişî
li hewşa bav û kalên min
mişkên kor cirîd
diavêjin
kul û kederan
axîn û nalînan
di sînga felekê de konê xwe
vegirtin
per û baskên hêviyên geş
şikestin
li temenê perîşan
deriyê qismet û arzûyan
qet ji min re venebû
kefenê eşqa mirî
xwe li movikên stûyê reben
alandiye
çem û rûbarên bi coş
xemgîn û melûl
diherikin
memikên bêrîkirin û hezkirinê
ji şîr ve bûn
dengê qebqeba kewan
hate birîn
li bajarê xerîbiyê
tovên hesretê li baxê hinav
hate reşandin
birîneke xedar
li ser laşê mîrata tenêtiyê
qalik girt
stêrk
bi îskeîsk rondikên xeman
dibarînin
keskesora baranê
şara reş li eniya xwe
girêda
hestên şîrîn
li endîşeyên jiyana nîvco mayî
hatin guvaştin
di bêdengiya sebira xwe de
hatim kuştin
helbest
di qêrîna gewriya xwe de
xwîn vedirişe
dilê sefîl
li kelecana tirseke xof
diperpite
ez wek pelên dara rizî
berba dibim
xeyalên rojên şad
mişextî goristana bêxwedî bûn
pozê pênûsa serhildêr
xitimî
ronahiya finda giyan
li min reştarî bû
keştiya xewnên rût
li perava ramanên tevlihev
asê ma
ken û girîn
min ji bîr kirin
demsalan
xatir ji min xwestin
li bêçaretiya deman
dibim nêçîrvanê bilbilê
qefesa xwe
û ez
agirpêta cîgera peritî
bi kufekufa dûmanê cixara pêçayî
vedimirînim
Xizan Şîlan
2016-10-25
Stockholm