Dîroka Koça Kurdên Anatoliya 300 Sal e / Bilal Dîlovan

Bifikirin, diroka koça kurdên anatolîya 300 sal e.

 Ew dibe 3 Sedsal, di vî 3 sedsalê da, dîrokek, civakek diguhere. hestên wan ên ku xwe binav dikin diguherin. Nasnameyeke nû derdikeve pêşiya me. Çiqas ku em wê nasnameya ku,  ji bo rewşenbîr û zimanzanê Kurd nayê fahmkirin û wê nasnameyê bi “asîmîlasyon” binav bikin  jî, ew  realîteyek e û her roj nakokeyek  kûr di  navbera rewşenbîren  Kurd û gel da çêdibe.

Bi  piranî di warê kurmancîya herêmî da meri rastê rexneyên tûj tê û pir  cara “henek” bi rewşenbîran  tê kirin. Bi piranî li ser zimanê ku rewşenbîren Kurdên Anatolyayê ku bikar tînin.

Ziman ji bo nasnameya milletekî bingeh. Rewşenbîr jî, pêşengê milletekî ne, heger di navbera herduyan de nakokî û yadbûn kûr bibe,  rewşenbîr bi zimanekî gel xwe nêzîk nebîne, di  nêzîkbûna zimanê kurdî yê akademik û nêzîkbûna zimanê Farisî (nêzîkî kurdî ye) wekhev be, wê çaxê emê çawa têkiliya xwe û gel çêbikin ruhek welatparêzî di nav xelkê herêmê da çêbikin?

Erê zimanê herêmê, zimanê kurdî ye ne  zimanekî ji Kurmancîya  gelemperî dûr e, lê taybetiyên xwe hê ne.

Taybetîyen xwe kem be jî

-Di warê derxistina dengên tîp û bêjeyan de

– carna di mihê û nêrbûna  bêjeyan da

– a  herî girîng ew e ku bêjeyên ku, tenê kurdên anatoliya bikar tînin gellek in. Hinek kesên, bi navê “zimanzanê kurd” dengdikin, van bêjeyan digerin u  dixwazin îspat bikin ku ew bêje ne  kurdî ne. Ew ji  nêzîkbûnek ne rast e. Bi sedan bêjeyên zimanê kurmancîya kurdên Anatolîyayê, ne di kurmancîya zimanê tirkî da, ne jî di zimanekî din da hene. Kêm be jî heye. Meri  dikare ferhengeka  taybetîya Kurden  Anatolîyê çêke. Belku bi hezeran bêjeyên me ên tenê zimanê me da hene, derxîne holê  bikar bîne û texe nava dewlemendiya zimanê kurdî.

– a din jî bikar anîna bêjeyan di nav hevokan da cudatîyek heye. Nêr û mihê li hinek devokên kurmancî da cuda tên bikar anîn.

– A herî girîng di devoka kurdên anatoliya de deng derxistina axaftinê da cudatîyek heyê.

Ziman û devok ji bo komunîkasyona mirovan hacetek nêzîkbûnê ye û bikaranîna wê bêjeyan û deng derxistina denkirinê da peyamên taybetî yên dîrokî, çandî, civakî, siyasî, psîkolojîk hene.

Bi a min navbera Rewşenbîrên  Kurdên Anatolîyê ku bi navê “Kurdîya akademîk” ,  ji  zimanê herêmê dûr ketine. Ji ber vê yekê, ji gelê herêmê jî bi dûr ketine û navbera gel û rewşenbîran da navberek mîna çîya derketî ye.

Meri van pirsgirêkan gereke çareser bike. Çareserkirina pirsgirêkên zimên di nava  kurden herêmê da çareser neke nikane di  warê rêxistinbûnê da jî bi serkeve.

Mînakek: li ser Facebookê bernameyên zindî çêdibin, hinek bername, bi “devoka herêmî” hinek jî bi “Kurdiya Akademîk” çêdibin.

Ê ku bi devoka herêmî tên pêşkêşkirin, ji  bernameyên bi Kurdîya akademîk tenê pêşkêşkirin qat bi qat zêdetir e.