ENCAMÊN KONFERANSA LI STOCKHOLM

ENCAMÊN KONFERANSA LI STOCKHOLM:

PKAN-SWÊD, di 21 cotmeh 2018 an de, li Stockholm, li ser navê ”Koçberî û Civak a Kurdên Anatoliya Navîn” konferansek lidarxist. Êncamên di konferanse de derketin pêş ew bûn: Pêdevîya civaka kurdên Anatoliyê Navîn bi xwe rêxistin kirin û sazîyên sivîl avakirine heye. Gereg ew perwerde bibin da ku bi zanistî temsile xwe bikin. Ji bo ku xwe bidin nasandin, pêvîste bi sazîyên Ewrûpa ye re tekîlîyan daynin. Her ku dem derbas dibe tekilîya di navbera generasyonan de, danûsandin û diyalog wan kêm dibe û çareserî jî hêsan nabe. Malbat, dibe di malen xwe de bi Kurdî bipeyvin da ku zimanê zarokan wan bibe Kurdî.

PKAN-SWÊD, cara sifteye ye ku bi mijarake ewqes berfêreh û bi vî rengî li Stockholm Koferansek lidarxist. Konferans, ji hêla sazîyên Kurdan ve bi eleqeyek mezin hate şopandin. Xêr ji rêveberîya Meclîsa PKAN, civaka kurdên Anatoliya Navîn li Stockholm, endamên KNK Ahmet Karamus, şanoger Kemal Görgülü û Yilmaz Gûnay, berpirsiyaren NCDK-Sverige: Ferah Bozcali û Ridvan Altun, serokê Ensitûtîya Kurdî Kamran Sîmo Hedilî, nivîskar Mehdi Zana û Zinarê Xamo, weşana Apec-Ali Çiftçi wek mêvan beşdar bûn. Ji medya kurd: ANF, ekiba Aryen TV û Kurdistan TV jî konferans şopandin. Peşkeşîya konferanse ji alî hevserokê PKAN’ê Kadîr Çelik ve hate kirin.

MIJARÊN DI KONFERANSE DE HATIN AXAFTIN:

Mijaren Konferanse, him pirsgirêken kurdan yên rojanê dijîn him jî pirsgirêken çandî, sîyasî û dîrokê bûn. Babetên hatinî peşkeş kirin têr û têjî bûn û beşdarvanan bi baldarî guhdar kirin.

Siyasetmedar Hanifi Celepli:

Pêşkeşîya xwe li ser jîyana civaka kurdên Anatoliya Navîn ya berî koçberîya Ewrûpa amede kiribû. Pêşkeşîya Hanifî Celepli ji se beşan pêk dihat.

Rewşa civatê ya berî koçberîye:

Bahsa jîyana kurdên Anatoliyê ye piştî hatina Anadolê kir. Kurdên Anatoliya Navîn (K.A.N) ji jiyana koçberîye derbasî jîyana mayînde bibûn û aboriya xwe bi cotkarî û şivantîye dikirin. Axa û began hetanî salen 1960 wek Kurdistane desthêlatdarîyê xwe hebûn. Tenê dewlemendîya xwe ew bû ku kerîye pezan dibirin Stanbule difirotin.

Edebîyata devkî ya Kurdî xurt bû, êvarê zivistanên dirêj serdana malan dikirin û zarok ranediketin hetanî ku je re çîrok nehatine gotin. K.A.N ji nasnama xwe ya kurdî agahdar bûn, lê zarok bi destpêka dibistanan re asîmîlê dibûn û ev yeka bi serê xwe zilmeka mezine li ser zarokan bû.

Sedemên koçberîya Ewrûpa:

Hanifi Celepli wiha berdewam kir, koçberîya K.A.N ya Ewrûpa bi ketina makînaya nav çandiniyê destpê kir. Hanifî, vê yeke wek şoreşek mezin ji gundîyan re bi nav kir û got: ji hêla din ve jî pêşketinên endûstrîye bêkarî ji bi xwe anî. Ji ber cûdatîya civakî, çandî û sosyolojîk ciwanên kurd ji ber nasnamê xwê ya kurdî li bajaran kar peyda nedikirin. Li bajaran kar jî zêde peyda nedibû û dêrîye Ewrûpa jî vebu û K.A.N ji salen 1960 an şûnde berê xwe dan welatên Ewrûpa.

Jiyana kurdên Anatoliya Navîn li Ewrûpa:

Hatina kurdên Anatoliya Navîn a Swêd di salen 1960 an de destpêkir, armanca hatina K.A.N ew bû ku çend salen kar bikin, ji bo pêdevîyên xwe yê li welat û ji dûwa jî vegerin Anadolê. Ji bo ku li welat aramî pêknehat û rewşa welatê sîyasî û aborî vegera welat roj bo roj bi zehmat kir. Di sala 1976 de K.A.N li Swêd bi alikariya çend kurdên ji Kurdistane komelek sazkirin, di vê sayê de tekîlî di navbera kurdan de roj bi roj xurtir bû.

Dr. Mina Sedem:

Dr. Mina Sedem, pêşkeşîya xwe li ser lêkolînên li ser biyanîyên li Swêdê dijîn û ji malbatên xwe hatine bi dûrxistin kir. Dr Sedem got: “Pirsgirêken di navbera generasyonan de her ku diçe kûr û berfêreh dibin. Bi vê re beraber pirsgirêken di navbera ciwanan, dê û bavan de jî her ku diçe zêde dibin. Mesela namuse, li gelek cihe dine dinya yê qewimîyê, mixabin ew li cem kurdan jî heyê û me bi xwe re anîye Swêd jî. Alozîya malbatên li Swêd cûda û cûda ne lê li Swêd wisa hatiye lanse kirin ku `Kurd zarokên xwe dikûjin!` Cûdatîya di navbera asîmîlasyon û entegrasyone de xetakê zirave. Li Turkîye, tirka dixwest me asîmîle bikin, em hatin Ewrûpa, vê care jî Ewrûpa dixwaze me bi navê entegrasyone asîmîle bike. Sîyaset tiştekê dine, em civata kurd bê îlm peşnekavin. Em bi normên kevin dijin, dema ku me norm rexna kirin vê çaxe hevcadariye guhertina norman heyê. Malbet dendike civatê ne, gerek em bi tevayê li pirsgirêkan mezêbikin, ne tanê ji bo jinan li meselan mezêbikin li mêran jî mezêbikin.

Dr. Marina Talayon:

Pêşkeşîya xwe li ser biyanîyên li Swêd û beşak jî li ser kurdên di sala 70 an de hatina welatê Swêd kir.

Dr. Talayonê got: “Koçberî ne tiştekî nû ye, cîhe ku aramî le ne be, koçberî heye û koçberî tesîre li ser tenduristîye insanan dike. Mesela tenduristî, lazime qapacîte insan hebe da ku wan guhertina qebul bike û insan rolekê aktiv bilîyze. Mesela nixweşîyê şekir meselekê pir girane, di nav insane biyanîye li Ewrûpa dijî jî zêde belavbûyê. Nimûne, bêkarî nexweşîya şekir peyda dike, nezanîna zimen, cûdatîya çandî jî bandorê li ser dike û ji hêla civake de jî alikarî naye girtin.

Sedemên ne başbûna tenduristîye yek; piranîye biyanîyan bê pîşê ne ku di kare giran de kar dikin. Bi tenêtî rolekê mezin dilîyze, faktura psikolojî, trawma û stress tişte ku tenê li serê insanan. Bi hêvî bûyîn pir girînge ji bo tenduristîya mirovan. Ji hêla din ve jî, ji bo guhertina amede bûyin gîrîngê. Di lêkolînekê de xûya dike ku tansîyone biyanîya, ji yên Swêdîyan bilindtire. Sedem ve, guhertina çandî û koçberî ye. Pirsgirêken koçberan yên makro (mezin ku hesabê wan naye kirin) û yê mikro ( biçûk) ne.

Guhertina identitet (nasname) û ez kime, adaptesyon wana prosesin kaliteya jîyana mirova ne. Lêkolin bi taybet li ser kurden ewrûpa tûnen lê min li ser wan anket çêkir. Ji % 62 mêr , ji % 48 jinên. Di anketê de, ji % 43 jin dibejin kontrola min li ser jiyana min tûne. Muqayese kir, swêdiyan û kurdan, rewşa kurdan ne başe, serêş, depresyon, êşa wan e zik heyê. Swêd, kurdan wek grup û jinkûj dide nasandin û faktura ku yên dizanin ez kime, ez çi dixwazim cûda ye.

Dû nimûne pozîtif û negatif, him kêfxweş û him jî hemgînê. Azadî li destê kesan meze nekirine û bi azadî nasnamê xwe bêjim ez kurdim û kêfxweş bûna xwe bi min re parve kir. Wek mirov hate hesab kirin, nimûne gava ku ez hatim Swêd polis bi min re got tê kî yê? Min got ez kurdim, Polis got bi xêr hatî! Kêfa min hat ku ez kime û ji kijan civake me. Lê îro rewş hatiye gûhertin li Swêd xerib im û li welatê xwe jî xerib im.

Lêkolîner Şoreş Reşî:

Pêşkeşîya lêkolîner Şoreş Reşî ya di malperê PKAN’ê de were weşandin.

Di destpêka axaftina xwe de bajar û navçê, coxrafya, zaravê û serhêjmara kurdên li Anatoliyê dijîn, bi xarîtê û bi hêjmar dan nasîn. Piştre derbasî pêvajoya dîrokî bû ku em ê wê cuda biwêşînin.

Di beşa dînî de jî got: ”Êlên me kurd berê Zerdeştî bûne, piştre bûne Sersor/Qizilbaş/Elewî û Êzidî. Li ser ve yekê ferman û belge hene. Hîna jî li Sêwas û Şingalê parçên me bi rojê bawêr dikin. Hîna jî Reşîyên sersor/elewî li Kurdistan û Rûsya ye; Reşîyên şîa li Xorasan, Reşîyên Êzidî li Riha, Şengalê û yên sunî jî li navênda Anatolîye û Semsûrê hene.

Di dawiya axaftina xwe de; yekbûna êlî ya kurdên li Xorasan, Rûsya, Anatoliyê û Efrîn-Kobanê anî ziman, wêneyên cil û bergên kurdên li beşên din nîşan dan. Bi vî awayî kurdên Anatoliya Navîn bi qûrtî dan nasandin.

Prof. Dr. Hecî Akman:

Pêşkeşîyê xwe li ser muqeyesê diaspora cûhî û kurdan kir. Cuhîya çi kirine, çawa bûne xwûdîye dezgeh û wana çawa bi rêva dibin. Tecrûbên wan kurdên Anatoliya Navîn ve gire dan. Pêşkeşîya Akman a di malperê PKAN’ê de were weşandin.

Akman: “Ya herî zêde ku bala min kişand bi çi awayî kurdên Anatolia Navîn rexmê ku ji welatê xwe yê bav û kalan ewçend dûr bûn dikarîn nirxên kurdeyatî wekî fundamentek biparêz in. Her çendî ev ji civaka mezin were veşartin jî, serfirazî ya ji kokên xwe bêgûman di mezinbûn û gihandinê de hestên ewleyî xurt kir. Her çiqas ez bi tevlîbûna bi van semîneran ferî gelek tiştan bûm jî, ji dil dixwazim zanebuna xwe di derbarê kurden Anatoli ya Navîn hîn zêdetir pêş bixim. Wekê Kurd koka me yek e, le dîsa jî zanebûna me di derbarê hevûdu de kêm e.

Doç. Osman Aytar:

Pêşkeşîya , Doç. Osman Aytar, di malperê PKAN’ê de were weşandin.

Osman Aytar, kurd bêdewletin, ji ber vê kurdan li Ewrûpa ji bin sifire da dest pê kirin. Kurdên Anatoliya Navîn hatina xwe ya Swêd, di dest pêkê de ji Anadolê ji bo aborîye hatine welatê Swêd. Ji dawîya salên 1960 an heta sala 1980 an di gel Kurdên karker ji Anatolîya navîn, gelek kesayetîyên sîyasî jî hatine Swedê. Beşek ji wan ku li vir hatine nîşan dan, di avakarina komel û dezgehên din ê kurd û Kurdistanî de rolên baş leyistin. Hîmên jiyana rêxistinî û karûbarên kulturî ya dewlemend di van salên despêkê de hatin avêtin û taybetî jî di salên 1980 û 1990 an de gihiştin merheleyên nû.

Herweha di warê weşandina kitêban de jî pêşveçûnên mezin çêbûn. Ev kitêbweşanîya dewlemend bingeheke baş çêkir. Di warê perwerdeya Kurdî de jî gavê gelek hêja, taybetî jî di salên 1980 an de hatin avêtin û dû re hatin pêşdexistin.

Di dawîya salên 1990 û destpêka 2000 an de hebûna Kurdan di warên din de jî, wekî mînak di warên kulturî, civakî û sporê, êdî pir dîyar bû.

Nivîskar û Lêkolîner Rohat Alakom:

Rohat Alakom, pêşkêşiya xwe li ser perspektifa dîroka kurdên Ewrûpa kir, ji dûwa jî şora xwe anî ser kurdên Swêd, herî dawî jî behsa kurdên Anatoliya Navîn e ku cara peşî hatine Swêd kir. Alakom:

Di efsanekê de tê gotin ku Kral Suleyman 500 cinê bi rûh, bi can û mistik dişîne Ewrûpa ku ji re 500 jinên Ewrûpî binin. Ew jî nikarin bi serkevin, Kral Suleyman wana sûrgûnê Zagrosan dike. Efsaneka din jî heyê, 40 pehlîvanê dişînin Irlanda ku ji re jina binin.”

Berî ku Istanbul were dagirkirin 3 gunden kurdan ava bûne. Bedirxan Paşa xwendevan şandine Ewrûpa ji bo perwerdebûne. Di sala 1913 an de, rêxistineka Kurdan li Lozane peyda dibe, paşe di sala 1956 de li bajarê Weisbaden e komeleka kurdan çêdibe. Vê komele 600 Endamê xwe hebûne û Kongre xwê 14 an li bajarê Stockholm lidarxistiye. Dîroka kurdan ya Swêd kevne, kurdên ku cara pêşîye hatiyê Swêdê di sala 1893 an de dr Mirze Seîde û piştra çûye Îngîltere. Di sala 1898 an Şerîf Paşa û endamên malbat wî tên. Mehmet Emîn Zekî 1914 û Leyla Bedixan 1925. Dr. Encûm Yamuklu li Fransa pêşengîya Komeleka jina dike. Di sala 1965 de grubeka ji 4 kesa xwendevan û entektûel hatine Swêd û Kurdên Anatoliya Navîn jî di sala 1960 de hatine Swêd. Tê texmin kirin ku hêjmara kurdan ê li Swêd nêzikî sed hezarîye.”

Rohat Alakom, dawîya axaftina xwe de, behsa çîroka Silêmane kurd ku bav û birayê xwe di şerê Cihanî yê Yekem de venda dike, kir. Di derbare Silêman de misyonerekê bi navê Wilhelm Sarwe (1859-1949) wiha dibêje: ’’Alexendar xortekî kurd ê sêwî ye ku kolonîstekî alman ji enîya Îranê ligel xwe aniye. Silêymanê kurd 1911 an de hatiye dinê û di sala 1981 an de diçe dilovaniya xwe.”

Biranîne wî di sala 1940 an de çap dibin, Rohat Alakom biranîn û lekolîn li ser Silêman e kurd kirine û bi kurdî weşandîye. Silêmanê kurd, xeribîye wiha tînê ziman: “Min hewil da dîsa jî van tiştên tirş û tal ku hatine serê min ji bîr bikim. Min bawer dikir ku ew rehetî û emnîyeta ku ez li hesreta wê bûm, belkî ji welatê swêdê wê şunda bide min lê belê mirov tu wext nikare biqete û vê yekê li Swêdê ez gelek caran êşandim. Ya herê tirş û tal jî ew bû ku gundiyên swêdî tu wext ez qebul nekirim. Belkî jî ev yeka ye ku jibîrkirina serboriyên zaroktiyê dijwar dike.”

PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN (PKAN)