ÊRÎŞÊN LI ŞENGALÊ NAYÊN QEBÛL KIRIN

3ê tebaxa 2014’an DAIŞê êrîşî Şengalê kir û trajedîyek mezin li ber çavê dinyayê hat jiyandin. Bi hezaran însan hatin kuştin, bi hezaran însanan ji welatê xwe terk kirin. Ya herî trajîk jî bi hezaran jinên êzîdî li bazaran wek kole hatin firotin. Êzîdîyan ew êrîş wek Fermana 73yan bi nav kirin.

Şengal axa Iraqê ye û Êzîdîyên Şengalê jî hemwelatîyên Iraqê ne. Lê Iraqê ne axa xwe, ne jî xelkê xwe parast. Xelkê Şengalê jî ji bo ku xwe biparêze qerara avakirina arteşa xwe da.

Mîlletekî di tarîxa xwe de rastî 73 fermana hatî û ji aliyê dewleta xwe(!) ve nehatî parastin, bê guman, heqê xwe yê afirandina parastina xwe heye. Lê Iraq a di dema êrîşa DAIŞ’ê de Şengal neparastî, îro ji bo ku Şengalê parastina xwe ya rewa afirand, êrîşî Şengalê dike. Helwesta Iraqê ne exlaqî ye û ne meşrû ye.

Qedera xwe bi xwe tayîn kirin, heqê her mîlletî ye û heqê Êzîdîyên Şengalê ye jî.

Em hêvî dikin hemû partî û saziyên Kurd destekê bidin xelkê Şengalê û Îraq jî rojekê berê êrîşê xwe bide sekinandin.

ŞENGALÊ SALDIRILAR KABUL EDILEMEZ

3 Ağustos 2014’te DAİŞ, Şengale saldırdı ve dünyanın gözü önünde büyük bir trajedi yaşandı. Binlerce inasn öldürüldü, binlercesi yerinden edildi. En trajik olanı, binlerce Ezidi kadın pazarlarda köle olarak satıldı. Ezidiler bu saldırıya 73. Ferman adını verdiler.

Şengal, Irak toprağıdır ve Şengal Ezidileri Irak vatandaşıdır. Ancak Irak, DAIŞ saldırırken ne topraklarını ne de vatandaşlarını savundu. Şengal halkı da kendisini korumak için kendi ordusunu kurmaya karar verdi.

Tarihinde 73 Fermanla yüzyüze kalmış ve kendi devleti(!) tarafından korunmamış bir milletin kendi savunmasını yaratma hakkı vardır.

Ancak DAİŞ saldırısı sırasında Şengali savunmayan Irak, meşru savunmasını yarattıĝı için bugün Şengale saldırıyor. Irak’ın tavrı ahlaki ve meşru deĝildir.

“Kendi kaderini tayin hakkı” her milletin ve Şengallî Ezidilerin de hakkıdır.

Tüm Kürt parti ve örgütlerinin Şengal halkına destek vermesini ve Irak’ın saldırısını bir gün önce durdurmasını umuyoruz.

PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN