Êşnamê…
Belê navê pirtûkê ewe! Ji xwe, ji wê baştir jî navek jê re nedihatê dîtin. Pirtûk, bi bergekî reş û weneyekî reş-spî sî li ser hatiyê çapkirin. Êşên hatinî/tênî kişandin, piştî van helbestên heryek mîna tabloyek, ancax ew reng û wêne bînê ziman. Belê, qala pirtûka helbestwanê me Kadîr Çelîk a bi navê ”Êşnamê” dikim. Helbestên di pirtûkê de, hemî ji nava dilêkî êşê dikelînî de hatinê afirandin. Selêk çawa nan dibrêjînê ew dila jî helbestê mîna kozîyek ji agir diafirinê û davê nava dilê me… Dema min dixwendin, wiha ji xwe dipirsî: `Mirovek çawa dikarê ewqes êş di dilê xwe kom bike û bi rûda jî nefesê bikşînê? An dilek çawa dikare ewqes êş di nava xwe de ragire? Ay hawar! Oy hawar!” Wekî şaîr Kadîr Çelîk jî dibêjê:
Dil e
Di qefesa sînga min de
Bi qasî kulmekê biçûk
Dil e
Di bin pêsîrê de
Bi qasî welatekî mezin
Bi qasî çiyakî bilind
Bi qasî eşqeqê serserî
Çi bikim
Dil e…
Rastê, tenê dilekî bi qasî çiyakî bilind di bin van êşana de bijî!
Rojanê, gelek kes qala hûner û hûnermêndan dikin. Lê rûyekî hûnerê jî ewê ku tu bi sedan helbestan li ser êşê biafirinî, yek ji yekê xwêşiktir û yek ji ya din balkeştir bê! Hûner ewê ku; êşê ewqes cuda û di her cudabûnekê de jî cîhaneke, rengekî, awazekî, xweşikekîyekê bînî ziman.
Çelîk, ne tenê êşa xwe ya şêxsî, ya dilê xwe tînê ziman; na. Di heman demê de êşa weletekî, êşa netewêka şûrê zaliman li ser seri û netewên bindest jî tînê ziman. Carna li Helepçê, carna li Şingalê, carna li Çiyayê Kurmênc, carna li Sûr û Cizîrê ye. Carna li ser şopa kolberêkî barê giran li ser milan û sîya gula dagirkeran li ser sîng e. Carna li ser êşa avirên xort û keçên kurda ye li ber sêdaran cara dawî li hezkiriyên xwe têmaşê dikin û carna jî di nava deryayan de li ser levên peneberekî têyî xeniqandin de ye…Wekî dibejê:
Ey mirina bîhnteng
Dê bihêle îşev
Çi stêrik nexuricin ji asîmanan
Bihele
Tenê îşev
Zarokên me
Bê tirs di xew de herin.
…
II
…
Li Amedê
Bi helbesteke xemgîn
Şîna çavbelakan bigeranda
Xwezî…
III
Ne destên min
Yên ber bi jor ve vekirî
Ne jî
Çavên di asîmanan de asê mayî
Sonda min
Bi dûmanê kavilên bajarên te ye
Ji îro û pê ve ey welatl wêran
Ji hûnermendîya lawikê ji êla Sêvikan, Çelîk re zêdê gotin hewce nakin, ew mîna yaqûtekî di dilê çiyan de veşartîyê… Lê pêvîstê kurd bi gîştî, bi taybetî jî kurdên ji nava Anatoliyê wî derxin pêş û xwêdî li berhemên wî derkevin! Hûnermend hesasin, nazîkin, dilzîzin, zû dişken û zû dixeyîdin; wî ne êşînin! Wî bibin şevên helbestan, semîner û konferansan ku zimanê kurdî bi we bide hezkirin! Kurbûn û eselata zimanê kurdî bi zarokên we bide fêhm kirin!
Spas ji te re lawê ji deşta Reşîyan! Te, bi min helbest da hezkirin, bi min eselat û bêsinûrîya zimanê kurdî dîsa da fêhm kirin!
Her hebî û her serkeftî bî!
Şoreş REŞÎ
2018.04.25