ey mirov
ji ber hovitiya we
stranên şahiyê
ji kezebê dinalin
helbest
di îskeîska gewriya xwe de
xeniqîn
rojan
kirasê reş li bejna xwe pêçan
şevistan xwîn vedirişin
stêrk xeyîdîn
reşewr stewr bûn
dengê xuşexuşa barana bereketê
hate birîn
çirayên geş şerm kirin
ji ber hovitiya we
giyana erd û asîmanê
lerizî
bîranîn
li ber bayê reş ketin
çîrok bêxwedî man
çem melûl melûl diherikin
ji parzûna demê
kul û birînên bêderman
dipalin
ji ber hovitiya we
dayikan
porê serê xwe rûçikandin
miriyên goristanan
bi xwe hesiyan
kulîlkên baxê jiyanê çilmisîn
teyr û tilûrên çolbeyaran
serî hildan
li şevan xew neket çavên
evîndaran
ji ber hovitiya we
kevokên aştiyê
nifiran dibarînin
can û malê xizanan şewitî
ocaxê bav û kalan kor bû
kolanên êşên welatê rojê
deng vedan
kelkela germa havîngehan
cemidî
sebir
mîna agirê volqanan
di hêrsa xwe de teqiya
ji ber hovitiya we
ferişteyên mesûm
bihuşt terikandin
qeyîka aramiyê
li peravên temen asê ma
pariya xwarineke germ
di qirika rebenan de
neçû xwarê
bilûra şivanan
naletê dilorîne
kaniya ramanên zelal
janê dikişîne
ziman
di devê rûpelên dîrokê de
werimî
ez ê
ji bo pêşerojê
tevna hêviyên mezin
di kortika çavên xwe de
bihûnim
Xizan Șîlan
2019-03-08
Stockholm