Ez Dixwazim Zimanê Kurdî Hîn Bibim/ Ahmet Gezer

 Îro 15 gulanê , di derdora saet:11:00, de bû!    

 Telefonê min lêket, min rakir û navê xwe got , yên li hemberî min jinek bû û wê jî navê xwe got.     

Got, min navê te ji înformasyona Komelaya Kurdî wergirt, ji keçeka neh salî re li yekê ku perwerdeyê zimanê Kurdî bide digerim.   

Min lêborîna xwe je xwest û pirsî; Keça neh salî keça te yê? Jin ê bersiv da,sifitê go arê û ji dûwa jî go na.  

Hişê min tevlî hev bûn û ez carek din vegerim wê, min carek din pirsî yanê çawa dibe?   

Jin ê got; Em malbata xwedîkar in û wisa jî berdewam kir.   

Keçik nikare bi dêûbave xwe re qisebike, ji ber ku dêûbav bi danîmarkî nizanên.  

Ji ber ku me xwest keçik bi kurdî jî hin bibe da ku bi dêûbavê xwe re bikare xeber bide. Keçikê bi dayîka xwe xwedîkar re gotî; ku tû jî bi min re werê , ez a herim perwerdeya zimanê kurdî.   

Piştî ku jin ê , gotinên xwe bi dawî anîn, min got hezar carî spas ji we re.  

Min go , hûn dizanin , îro ji bo zimanê kurdî rojek teybete? 

 Min got; Îro Cejna Zimanê Kurdîyê û wê jî got, çi rasthatinîkê xweş e.  

Cejna Zimanê Kurdî Pîroz be.  

Ecêbê dinyayê bibînin. Danimarkî seba xatirê ku keçik tekilî bi dêûbav re çêbike Kurdî pê hûdike û bi xwe jî dixwaze Kurdî hûbike.  

Lê em Kurd çi dikin?  

15.05-2024 Aalborg