Belgefilmê-Sînemayê ê Kurdên Anatoliya Navîn li Almanya li bajarê Köln hate nimandinê.
Belgefilmê –sînemayê roja şemî, di 28 kanûn 2023an de , di kulturbunker Mûlheim- Köln de hate leyistandin.
Belgefilmê –Sînemayê , ji hêla 80 kesî va hate mêzekirin. Hêjayê gotineyê, piranîyên ku film mêzekirin ciwan bûn û kesên Alman jî hebûn.
Ji bo Belgefilm çend krîtîk jî hatin kirin lê bi piranî hate pesinandin.
Hevserokê PKAN-Almanya , Ali Fuat Gürsel kar xebat û projeyê pêşaroje PKAN’ê anin zimên. Ji PKAN-Jin’ê Çigdem Akbina jî pirsên di derbarê PKAN-Jin û Belgefilm de bersivandin.
Rêveberê PKAN Almanya Alan Koyuncu bi sê zimana pêşkeşîyê nîşandane kir, Salon bi Logoyê PKAN’ê hate xemilandin û broşura danasîna PKAN hate belav kirin.
Li bajarê Aachen’ê jî Belgefilm di heman roje de hate nîşandan. Film hêla 87 kesî ve hate mêzekirin, temaşevan zêdetir Kurdistanî û Alman bûn.
Organîzatorê nîşandana Belgefilm û endamê PKAN’ê Bûlent Îşcan bi zimanê Almanê û Kurdî bi awakî profesyonel pêşkeş kir.
Di derbarî film de, him rexne him jî pesînandin hatin kirin.
Rêveberê PKAN-Almanya Aygûn Akdogan, Kurdên Anatoliya Navîn dane nasandin, ji bo kar û xebatên PKAN’ê pêşkeşîyê amede kir.
PKAN-Almanya