Filme LÊGER Li Parîs’ê Hat Nîşandan 

Belgefilmê-Sînemayê LÊGER ê Kurdên Anatoliya Navîn li bajarê Parîs / Fransayê hat nîşandan. 

Belgefilmê-Sînemayê , di 11 Mijdar 2023an de, di salona Sazîya Ahmet Kaya de, ji alîyê 100 kesî ve hat temaşekirin. Hêjayê gotineyê, temaşevan Fransayê û Kurdistanê bûn.  

Pêşengî ji hêla Komîsyona Çand û Huner a Sazîya Ahmet Kaya va hat bêrêvebirin.  

PKAN’ê stand vekir, broşûr , pirtûk û klamê Kurdên Anatoliya Navîn ên ku heta niha nehatibûn bihîstin wek USB  pêşkeş kirin.  

Di destpêke de Kurdên Anatoliya Navîn û PKAN-bi kurtasî hate nasandîn.  

Piştî temaşekirina film, rêxneyê pir positiv hatin kirin.  

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn PKAN