GALAYA FILMÊ LÊGER!

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn PKAN , BELGEFÎLMÊ -sînemayê LÊGER NÎŞAN da.

Belgefîlmê LÊGER li sînemaya Metropol li bajarê Dûsseldorfa Almanya, li filmkunstkino, di roja 08 cotmeha 2022 de, hate pêşberî temaşevanan.

Belgefîlmê bi navê LÊGER bi eleqederîyeke pir mezin hate pêşwazî kirin, salona Metropol Dûsseldorfer filmkunstkino tijî bû û di salona sînemê de hejmara jin û cîwanan pir zêde bû.

PKAN’ê, belgefîlme sînemayê diyarî şehîd Nagehan Akarsel kir.

Belgefîlm, bi berferehî yekem dokumenterê Kurdên Anatoliya Navîn e. PKAN’ê, xêr ji vê belgefîlmê LÊGER 2 belgefîlmên din ji bo televîzyonan amede kirin.

Rejisorên vê projê derhêner Esîn Akgûl Gûneş û Omer Leventoglu bûn û proje ji ber pandemiya koronayê bi dirêjiya 3 salan berdewam kir.

Mexseda çêkirina (damezrandina) PKAN’ê ku wek qetlîama spî jî tê bi nav kirin li hemberî asîmîlasyone kar û xebat kirin e. Proja belgefîlm jî, proja PKAN’ê a yekser bû.

PKAN dixwaze,  bi Belgefîlma sînemayî û bi 2 Belgefîlmên ji bo televîzyonan, bibe bersivên bav û kalên mê ku ji xwe dipirsîn em çima hatin?  Em kîngê hatin? Em ji ku hatin? Em di nav şertên çawa de hatin Anatolyayê ? Û li kîjan cografyayê belav bûn?

Kar û xebatên PKAN’ê, projeyên bi vê awayê berdewam dikin. Minak projeyeke mê ya din,  niha li ber destên me ye; ew jî tomarkirin û arşvkirina stranên kevin ên Kurdên Anatoliya Navîn.

Wek PKAN, em dixwazin çand, folklor û zimanê xwe, ji yên ji me şûnda tên re bihêlin û bikin arşîv. Armanca pêşîn a belgefîlma LÊGER ew e ku Kurdên Anatolîya Navîn him li hundir û him jî li dervayê welat bide nasandin.

PKAN, bi vê belgefîlmê daxwaz û xeyala Murat Bozlak pêk tîne. Hêvîyên jina sembol û berxwedêr Leyla Gûven xurt dike.

PKAN wan Belgefilman dîyari Kurdên Anatoliya Navîn û hemî Kurdistaniyên dilsoz dike.

Spas ji bo hemî sponsorn belgefîlma LÊGER re.

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn PKAN.