- i hatina Xirwatan re mînaka herî baş e ku em dizanin, hatina Macaran ya li derdora salên 800´î ji Vladî Qafkas koç kirine ku di nava van de Kurd jî hebûne.
Di van demên dawî de, di nava civaka me û medya civakî de min gelek caran bihîstiyê ku dibêjin, “Miletê Kroat, Kurd in û ew ji hev veqetîne!” Ji bo ku rastiya meselê ji nêzik ve bibînim, hinek çavderiyan bikim û hinekê jî wesaniya xwe derxim, îsal çûm Kroatistanê.
Li gorî zanyariyên heyî, li ser navê xirwat teoriyên cuda hene û nav bi gelek cûreyan tê ser ziman: Wek Hrvatî/krawat/Kroat/Cruat û hwd. Li ser vê peyvê, di belgeyeka ji sala 885´an de mayî ”Cruatorxvm” hatiyê nivîsîn lê tam nayê zanîn ka wateya wê çi ye û ji ku hatiye. Hinek dîtin jî hene ku dibêjin, “Ji Gotî an Farsiya kevin (Dîndebîrê/Pehlewî) hatiyê.” Ji bo ve babetê min ji xelkê xirwat hinek pirs kirin. Yekî got, ew nav ji “Hurahvatî yan jî Ahûra Mazda tê.” Heger ew rast be, girêdaneke wan bi Kurd û Medya (Kurdistan) re derdikevê holê. Bi vê re girêdayî, mirov dikarê bibêje ku navê xirwat ji kesên “xor-asan-hatî” ˀderketiyê ku bingehekî vê yê dîrokî jî heye. Yan jî wekî gelek kes dibêjin, ji navê Kurd hatiyê veguhestin.
Li ser hatina beşekî ji wan a ji Medya, hinek dîtin wiha ne: Yek, piştî Roma Rojava hilweşiya (476) herêma Balkan ji alî Hûn û Gotan ve tê dagirkirin. Piştî hatina Hûnan a rojava, ji salên 500´î ve êdî gelên li rojhilat (Asya Navîn) dest bi koçê kirin. Slav an Xirwat jî di nava wan de bûn. Gotina xelkê ye ku dibêjin, em ji Medya hatin, li vir bi zanyariyên dîrokî re hevdû digire. Di salên 620´an de tê dîtin ku kalên Xirwatan li başûrê Lehistanê mîrîtiyeke bi navê “Kroasyaspî” damezirandine. Ew nav balkeş e, wek tê zanîn bi Kurdên lekîaxev re “Kurdenspî” jî tê gotin û vê yekê tînê bîra mirov. Axir, Roma Rojhilat ew vexwendin da ku werin Balkanan, Avaran ji wir bavêjin der û sinorên dewletê biparêzin. Ji ber wê dawetê, Xirwat çûn li navbera çemê Drava û behra Adriyatîk de bi cih bûn. Dîtina duyemîn jî wiha ye: Dema Qral Dara (Darius, bm 521-486) derket sefera Sakan (bi dîtina min ew Kurdên îro li derveyî welat in) çûbûn Balkanan. Ne dûr e ku beşek ji Sakayan wê demê çûbin Xirwatistana îro. Cografya wir ji bo ku xwe veşêrin mûsaîd e.
Ji hatina Xirwatan re mînaka herî baş e ku em dizanin, hatina Macaran ya li derdora salên 800´î ji Vladî Qafkas koç kirine ku di nava van de Kurd jî hebûne. F. Echat dibêje: Heft êlên Macar hene. Ji yekê ji wan re Kurt-Gyarmat dihate gotin ku ji du qebîlan pêk dihat. Li bakûrê Tûna û li Erdelê Sekê (Saka) dijîn û di nava van de êleka bi navê Kurdan jî heye. Di belgeyên dîrokî yên Macar de heta salên 1138 û 1329´an de navê Kurdan wek Kurtu (Kurt, Kurtu) derbas dibû.* Mirov dikarê ji vê re mînaka nêzikatiya zimanê Lehî, Romanî, Rûsî û Kurdî jî bide.
Dema Xirwat hatine, li bakûr û bakûrê rojhilatê Xirwatistana îro bi cih bûne. Wê serdemê wek gelê “Îlurîsk” jî tênê binavkirin û ji êlên mîna “Dalmatan”, “Lîburan” û “Hîstrian” pêk dihatin. Di heman serdemê de Kelt li wir jiyane.
Gelê li Xirwatistana îro ji bermahiyên Yewnan, Rom û Epîdarusan pêk tê; yanî neteweyeke tevlîhev e. Mirov dikarê bi awayekî şermok îdîa bike ku ji wan, beşê ji rojhilat an Medya hatî êleka Saka bû. Vê tevlîhevbûnê û hatina wan a cihê îro, mirov di zimanê wan de jî dibîne. Bêguman em niha nizanin ew bandora li ser zimanê wan ji serdêma zû an dereng maye. Bi gotineka din, ew ji serdêma Îndo-Ewrûpî jihev belavbûn yan ji serdêma Medan maye?
Xirwatî jî diyalektên mîna; Çakavîska, Kajkavîska û Ştokavîska pêk te. Malbata zimanê wan jî wek gelê wan û sê komên cuda ne ku ew Slavî, Îndo-Ewrûpî û Baltoslavîskî ne. Hinek peyvên wan jî nêzikî Kurdî ne:
Kurdî Xirwatî
Ez ja sam
Tu tu si
Em em
Ew onaj
Keç kçî
Jin zena (jena)
Du dva
Çar çetirî
Penc pet
Şeş şest
Deh deset
Sed sto
Hesp hesp
Dayik/mak majka
Bra brat
Çem/rûbar rîjeka
Poz nos
Ling noga
Guh uşî
Nikarim nikam
Dizanim da znam
Nizanim ne znam
Pizêz/lewaz pzez
Di dawiyê de jî dixwazim bînim bîra we ku li Hekariye 4-5 gundên bi navê xirwat hene û kurdin! Tekîliyeka wan bihevre heye an na ez nizanim lê wek agahiyeke bê zanîn başê. Dîsa di wêneyê xirqatayê kevin de cil û berg û kûmê wan wekî yên herêma Hekariyê ne.
* Dîroka Kurdên Koçber-I, rûp 113, Şoreş REŞÎ