Gotinê Mezinan (Gotinê Pêşîyan)

Ji Gundî Bildux Gotinê Mezinan (Gotinê Pêşîyan)

Wilhelm Humboldt: ”Welatê mirovî esas zimanê wî ye.”

  1. Em, e Kasê li Kûsê, e Kûsê jî li Kasê dikin.

(Îdarê kirin)

  1. Mîna kerê ji dest şivanan bifilitî/filitî

(Westîya, perîşan)

  1. Tu çi bûyî bardaxî yûriga yî bi tengile kera da giredayî!

(Kesê sivik, bi biryara xelkê tevdigerî, bê biryar, bê helwest)

  1. Berdê bi şîrî, heta pîrî an Ji şîrî heta pirî.

(Bi zarokatî mirov çawa be, bi pîrî jî wiha ye.)

  1. Bi çûki bi gîskî, bi mezini ye bi nîskî.

(Gîsk: bizin. Bi çûki bi tiştên mezin dixeyidîn/sîva tên lê bi mezinî tiştê biçûk sîva tên. Di wata; her ku mezin dibin aqilê wan jî sivik dibe, de ye.)

  1. Şuna şêra/n, kundê manê.

(şêr:aslan, kund:tot. Yanî şunê mirovên baş, camêr, gurde yên xiraw, tirsonek û qirs/çikûsê manê. Kesên ku nikaribin cîhê bavê xwe dagrin)

  1. Şûnê ocaxî te kunde bixwîne! (Wek nifirekê jî mirov dikarê hesab bike lê heger zarokên mirovekî ne başbin, bê aqil bin, berduş bin, di wata cîhê bavê xwe nagrin de jî bikar tê.)

  2. Ker dikevê heriyê, xwediyê xwe derdexin.

(Mirovên ketî tenê mirovên wî dikarin xelas bikin. Kesê ketî rewşeka xirab-ekonomîk, civakî û derûnî- encaq bi alîkarîya mirovên wî dîsa rabê ser lingan. Mirov bihevre alîkar be û di rewşeka aloz de lihev têmaşê neke.)

  1. Demêka gulan, yeka sosina ye.

(Demên zahmet zû derbas dibin an demên aloz demkî ne, ewê derbas bibin û demên baştirê bên. Yan jî îro li serê min e sibê li serê te ye.)

  1. Bi tir û fisan çav heşin bibiyana, herkesîye bikira.

(Bi palawra û deravan karên cîdî nayên kirin, wiha bûya herkesî dikarî)

  1. Ew î bi dên dînne tajîyê.

(tajî:tazi. Kesên pir destgirtî an qirs/çikûs re tê gotin)

  1. Jina bi mêradin, bi ber pewr û safadin.

(pewr: ezman. Jina bi mêrên çêdin ku ew li bin stêrk û ezman safa bikin)

  1. Hevaliyê tirka ye mîna arî kirşa ye.

(Arî kirşa zû vedimirê û jê sûd ne wergirtin. Tê wê watê hevaltîyê tirka ye sextê, zû teva dibe û je sûd ne wergirtin.)

  1. Dengiz bi devî kelpa/n qilêr nabe.

(dengiz:derya. Derya me mezinê û bi hevik gêmar qilêr nabe. Yan jî ez mirovekî bi xwe bawerim, karê xirav nakim, bi îftîra û xotinên xelkê xirav neçê nabim.)

  1. Lê hat pencê

Lê nat 995 ê

Lê hat Abir pencî

Lê nat gurê buxê lêşê

(Şans/talîya mirov gereg alîkarî bike)

  1. Va yî mîna dilopê pîsiye e niha li min kevê

(Ji bo kesê belali, xirav bikar tê ku ewê bela xwe di rûyê mirovan bidin.)

  1. Dê û dûtan da hev bê aqilan îna kir.

(Kesên meriyê hev didin hev xelk wiha bawer dike ku ewê hemî jîyanê lihev bixeydin/sîvên lê ne wiha ye; ew zû jî li hev tên.)

  1. Qeratîyê xwe mîna qeratîyê îçî çavên keraye.

(biçûk, midix, cûce)

  1. Pezê sewrê li nav mêra.

(Jina li mêran digerî)

  1. Çav li derîyan xali bi serîyan.

(Kesê çavê xwe li der, dixwazî kesên din alîkarîya wî bikin û karêkî nakî bi xaşi miriyê)

  1. Kesê li hespê xelkê niştî zû peya dibe.

(Kesê li hesp an wasitê xelkê niştî, li ser wan xwe dipesinî dikarê zû peya bibe, lewra xelk kînge bixwazê dikarê hespê xwe ji dest wî/wê bigre.)

  1. Mala derewnekan şevitî xelkê îna/bawer nekir.

(Kesê tim derwan dikin carekê rastîyê bike xelk pê bawer nake.)

  1. Mîyê ji pez veqetî gûrê bixwe.

(Kesê ji civak û mîletê xwe qût bûyî gûrê bixwin. Ji bo xayinan tê bikar anîn)

  1. Çêl mêrî çê îla şîrî dê.

(Bavê kesêkî çiqes baş dibe bila bibe şîrê dîya wî gîrîngê. Heger dîya wî bi kok û binat û so wê rinde, zarok jê rind bibin)

  1. Dînekê kevirekî bavêje bîrê, heft paqil nikarin derxin.

(Kesê dîn, carna karêkî xirab û ecep dike ku heft kesên biaqil jî nikarin wî serrast bikin.)

  1. Kûçikî gez bikî didanê xwe nanimînê.

(Kesê bixwazî li yekî bixî/bidî an bikûjî vira nakê û bi dengê bilind tehtîdan nake.)

  1. Ma dijminê min bê lê ma heşên xwe pêgen.

(Kesê dost, bê aqil bê jî zirarê dide mirov. Lê kesêk dûjminê mirov bê jî bi aqil bê zirarê nadê mirov.)

  1. Kûçik bi kurman namirin.

(Kesên xirab bi nixwaşîyê an bi birînên biçûk namirin)

  1. Bûk nabin bûk, malê çûyî wê dike bûk.

(Keçikeka nezanê wek bûk çûyî mala mêre xwe, ji alî malbata mêr ve tê perwerdê kirin û sîstem û terbîya mala nû pê didin fêhm kirin.)

  1. Dev alê derling ne.

(Kesê mezin diaxivî, viran dikî, xwe dipêsinî, xwe dewlemend nîşan didî lê li cil û kincên wî didin xûyakirin ku ew çi kesê.)

Şoreş REŞÎ

2018.12.27