Desthilatdariya AKP-MHP`ê , dest bi tirsa ji siya xwe dikin û vê care jî çavê xwe berdan govendê kurdan.
Bi devoka kurdên Anatoliya Navîn wiha dibêjin; Ji tirse gehêştî yê.
Ev politikaya tirsandinê ye.
Kurd 3 hezar salin govendê digerînin û dîlan girtin yek ji nîşana kurdan e. Ew çendeka me kevnare ku bi nifş û nifş diherike. Huner e , mirov bi pêş dikeve û em kurd jî mûzîk û ritîm e hezdikin.
Tehemila reng û dengên kurdan nakin
Ev û polîtîkayên bi vî rengî êrîşên li ser çandê ne.
Ji bona ku me tûne bikin, berê her tiştê ziman û çanda me qedexe dikin.
Eva bi serê xwe politikayên asîmîlasyone ne û zilm li ser me kurdan tên kirin .
Li Mersînê komêk xortên kurd hatin biçav kirin , ji ber ku li beravê govend gerandine û slogana bijî Serok Apo avêtine.
Dadgeha Mafên Mirovan a Awrûpa (AİHM) biryara ku slogana Bijî Serok Apo ne qedexe ye girtin.
Di Dadgeha Destûra Bingehîn de (AYM) û di Dadgeha Bilind de (Yargitay) biryar girt . Berê çend sala we bi xwe aşkere kirin ku slogana Bijî Serok Apo ne qedexe ye.
Piştî vê bûyerê, li çend bajarên kurdan, desthilatdar ketin nav dawetan û ên ku govendê digerinin binçav dikin.
Bi devoka kurdên Anatoliya Navîn wiha dibêjin; Li ser dînekî bisekinin .
Bi zexta li ser kurdan şerê desthilatdariyê xwe bi hêz dikine.
Tehemila zimanê kurdî nakin, pêşketinên di nav Şaredarîyên kurdan de wek tehdît fêm dikin, mînak; ”Pêşî Peya” (Önce Yaya).
Ev nivîsa li bajarê Wanê û li Amedê li caddeyên hate nivîsandin.
Rayêdarên devletê ev nivîsên bi kurdî jêbirin.
Şaredarîyên me carek din nivîsandin
Tenê rêyek heye, ew jî, li xwe xwedî derketin û rêxistinbûn.
Ahmet Gezer. 04.08.2024