Gundê Bildûx (Sêvika)/ Şoreş Reşî

Gundekî girêdayî Cîhanbeylî-Qonya ye. Navberê xwe Cîhanbeylî ye 45, Qonya ye 135, Enqerê jî 150 km ne. Gundekî li deştê hatiyê avakirin. Li pişt gund hinek girên biçûkê hene. Di serdema berê de avêka biçûk li kelêka gund diherikî lê niha ew jî nemaye û gundekî zîya ye. Li rojavayê gund, girekî volkanîk heye û navê wî “Bildûx” ê, li rojhilat jî bi vî rengî girek heye ku je re “Tek-ê” dibêjin û xelk wek zîyaretê bikar tîne. Li bakûr jî dû girên volkanîkê hene û je re “Qûç” tên gotin. Heger mirov bibêje ku gund li ser devê volkanekî hatiyê çêkirin rastê… Di esas de gundî li ser bajarekî ji Rom de mayî hatiyê damêzirandin. Hinek kes dibêjin navê wî bajarî “Teterxan” bûyê lê tu belgeyên ku ve ispat dikin nînin û ji sedî sed derevin. Heykel, xanî, gor, nivîs, hemam û tiştên dine li ser Tekê heyî didin ispat kirin ku ew navênda kiralîyeteka Rom-Bîzans bûye. Kevirê (wêne) li jêr jî ve yekê dide ispat kirin. Çûnkî şeklê mîna masê merkeza kiraltîyê ye û cîhê Tekê. Îşaretên dinê sêkoşê jî cîhên dine giredayî kiraltiyê nîşan didin. Ewna li Celebê, Gundî Omê, Xelika, Qûtiga, Gundî Tirko û Cîmanê hene û hevidû didin ispatkirin.

 

Li başûrê gund; Încov (10 km) li rojava; Kutiga (6 km) li rojhilat; Celeb (10 km) li bakûr jî Celika (10 km) û yayla Kûtê (10 km) li bakûrrojava jî herdû Beşqavaxê hene.

Gund, têxmînî 1200 malin lê gelek ji wan li Awrûpa ne. Bi taybetî jî Danîmarka û Swêdê dijîn. Serhêjmara gund jî gor têxmînan 5-6 hezar kesin. Mirov dikarê bibêje ku gund hema hema vala bîye. Bi taybetî jî zivistanan kesên li gund dijîn pir hendikin.

Navê gundî berê Sêvika ye. Lewra ji êl/êşîra Sêvika ye. Piştî ji hev belav bûne û bûna pênc gundan, heryekî navêkî girtiyê. Navê gund ji girê li kelêke hatiyê girtin. Memûre dewletê yî hatî ew navê tirkî lênayê. Lê navê xwe kevin Sêvkan e. Gundên dinê Sêvika jî: Gundê Omê (Gordoglu), Celeb, Gundê Kosê û Yayla Kûtê ne.

Sêvika, êlêka kurd û Kurmancê. Tam nayê zanîn ku navê êlê ji ku û kîngê derketiyê holê. Min, heta îro wek Sêvika bikar anî. Lê mezinên me digot “Sêfkarî”. Heger Sêfkarî bê, wê çaxê mirov dikarê bibêje ku ji navê şêxisekî te. Dîroka Sêvikan jî wê yekê zêde rast derdexê. Li ser wê Prof Yinanç dibêje: “Navê mîrê seyêmîn e dewleta Dulqadiriya ku li dora Mereş û Malatya ye hatî damezirandin Sevlî (1355-1386) ye.” Îhtîmaleka mezinê ku navê êlê ji vî begî tê.

Dewleta Osmanî di sala 1842 an de cîhguhartina êlan men kir. Yên ku bi dilê xweş ew biryara nepejirandin re rêya bi dilê reş (darê zorê) jî vekirîbû. Yên ku bi cîh dibûn re jî erd dihate tanzîm kirin. Bi vî awî komên mîna: Yenî Îl, Reşî, Reyhanli, Avşar li Amasya, Sêwas, Qonya û Qeyseriyê bi cîh kirin.

Gor gundiyên di sala 1262 (=1846, hinek jî dibêjin 1842 an de ew îskan bûn. 1282 an de di malan de bi cîh dibin. di 1305 an de mizgeft çêdibe, di 1325 an de ji konan, yan jî ji nîv koçerîyê derbasî malan dibin. Gotina gundîyên ê sala 1842 an bi ferman û qeyidên dewletê vê hevidû digre. Mirov dikarê bi rihetî bibêje ku gundên Sêvika di sala 1842 an de îskan bûn.

Di sala 1987 an de bû beledîyê niha mahalê lê ez e wek gund binav bikim.

Kilam:

Ji gundî Bildûx Ela Osî Omer, têxmînî di sala 1925 an de li ser birayê xwe ew kilam strayê:

Lo dixturo Alamanî, Alamanî

Kêra di desta ya romanî

Omer got Elê xwe bi qûrban bê

Dilîmik ji kezêba bira ê te helanî

Li Dûligê, li Dûligê

Derbas dibê qalfê qaz û qûlingê

Ma xebereka Înce Milê bata bi dereva

Min Eş û Şazê xwe serjê kirina li derîyê linga

Tiştê malan teşt û biroşin

Ewê so tekin mezetê bifroşin

Tirsa xwenge kûrbîyê ew tirsa ye

E pezê bire min bi ser pezê xwe de bidoşin

Wengê wengê Încê Milê wengê

Gîya yî rûstiyê reng bi rengê

Têrê xwe dagire, onderê xwe heyne

Încê Milê te derengê

Cîhên Kevnarê:

Li ser cografya gundî Bildûx 5 înê/şkeftê hene. Ewa ku di wêne de xûyadikî pir muazzamê. Se derîyê we hene. Hûndirê wê jî wek qesrekê hatiyê çêkirin. Di derîyê rastê yî xûyadibî re dema mirov dikevê hûndir. Odayeka bo kiralan çêbûyî heye. Li ser dîwarên wê wêneyên xezalan û mirovan hebûn lê niha nemane. Xelkê li ser navê xwe nivîsînê û bi vî awayî ji holê rabûn. Derîyê navê de dema dikevî hûndir xanîyekê dû tebaqa tê ber te. Yê çepê jî cîhê heywana ye. Nêzikî wê înêka din heye û dibêjin heta Enqerê tere. Lê bawer nakim ku ew raste.

Kinc:

Kincên jinan: Xeftan-zebûnê sê etek-ber li xwe dikin; bera pan li paşe û herdû berên dine ziravtir jê li pêş, bi ser jûniyan de dirêj dibin. Di bin de jî hêvalkiras-derpêkî dirêj li xwe dikirin. Bi ser wan de jî pêştmal-bervang berdidan û heta lingan dirêj dibû. Di lingan de jî keloş hebûn. Di jor re jî kirasekî bê sukir (îşlik) û bi ser wî de jî kolcix-salte bizirî li xwe dikirin. Bi ser wan de, bi ser zendê xwe de kolcix li zendên xwe dikirin. Nav jî bi pişta terêbûsê dipêçan. Di demên berê de, yanî berî 50 salan, jinan kofî didan serê xwe. Taseka bilind didan serê xwe û bi şara girêdidan. Serî şarê jî gor qudreta malê pîlîkên zêrînî, zîvînî û yên hesinî pêve dikirin.

Kincên mêran: Derpê û bi ser wî de fîstanê sê etek; di jor re jî kiras û ceket bû. Wan jî kaloş dikirin lingên xwe. Serîyên xwe keç didane. Kincên êlên Anatoliya Navîn bi yên Xorasanê ve gelek nêzîkî hev in. Dîsa, Yamçi lixwe dikirin, ku ew kûlavê bê milê; pîst û pêşîyê pişkov lê dikevin û bi meşin hatiyê qewî kirin; şivanan li xwe dikirin. Wek vî, ya jî hem kinc bi navê Hewran/Hewramî jî heye û hema hema herkesî lixwe dikiriyê.

Şoreş REŞî

2018.12.28