Gundê Hesina / Bilika

Mehtab Îdêlî û S. Erdem, bi berhema xwe bi navê “Gundê Hesina” jiyana civakî, çandî û hûnerîya gund didin nasandin. Nivîskaran, piralîyê jîyana gundê Hesina ji xwe re kirine mijar û bi vî awayî ji jîyana kurdên Anatoliya Navîn e jî didin nasîn.

Mehtab Îdelî dibêje: “Em di dest pêkê de, bi şek û gûman bûn ku em ê bikaribin berhemê bi serkeftî biqedînin an na. Di sayê çand û hûnera me yê piralî, pirrengî û dewlemend ku heta roja îro ji me re wek mîrasa bav û bapîre me de mayê, me jî ve dewlemendîya gundê Hesina belgê kir.

Pirtûk bi gîştî 222 rûpelin, ji alî weşanxanê APEC ve hatîye çap kirin.

Wek PKAN, nivîskaran pîroz dikin û serkeftinên wan ê bi berdewami dixwazin.

Hêjayê gotine gundê Hesina/ Bilikan ( Büyük Damlacık) girêdayê Koçhisar Enqere ye.

PKAN