Xizan Şîlan , wextêk 14 salî bûye dest bi fêrî tembûr lêxistin e kiriye. Ji alîkî de jî, helbest dinivîsandine û helbestê xwe dikirine bestê û stran digotî , ji ber ku dengê xwe pir xweş bû ye.
Xizan Şîlan hezkirina xwe yê muzîke wiha têne zimen: Wê demê agirê evîna muzik û helbestê di nava dilê min de gur dibû, geş dibû. Weku awaza dengê têlên tembûra kezebşewitî û eşqa hestên nivisandina helbestan laşê giyanê min rapêçabû. Dilê min yê xemgîn û keserkêş jî herdem li nav pêlên deryaya hezkirina muzik û helbestan bi coşekê diperpitî.
Xizan Şîlan, ji Kurdên Anatoliya Navîn e, li gundê Încovê / Cihanbeylî hatî Dinya ye . Dibistana destpêkê li Încovê xilas kirî û bi malbata xwe re bar kirî Konyayê û li wir lîse qedandî. Di sala 1970 de bi tevgera azadiya kurd re têkilî çêkirî, di wê demê de rûyê devletê sar naskir. Pir cara zûlma devletê dît , hate binçav kirin û îşkence dît.
Piştî wan bûyeran, mecbûr ma derket derveyî welat, şeş sala li Almanya ma paşe vegerî welat. Di sala 1980 cunta dest da ser îdarê devletê , careka din koçberê dest pê kir derket derveyê welat. Xizan Şîlan, berê xwe dayê welatê Scandînavya Swed, niha li bajarê Stokholmê îkamet dike.
Gotina ji devê Xizan Şîlan: Niha li bajarê xerîbiyê, li Stockholmê jiyana xwe bi malbata xwe re li nav salên temenê wêran, kul û keseran û di hesretkêşiyê de berdewam dikim.
Xizan Şîlan îro zêdetir mêla xwe yê dayî ser edebîya Kurdî û helbesta dinîvsîne. Xizan Şîlan ji hêla edebîya Kurdan de wek bîreka bê binîye, nivîsandina helbesta bi wan gotinen li jêr nivîse û têne zimen.
Ez her dem pişta xwe dispêrim êş û tirs, xem û xeyal û wêraniya bîranînên xopan û berbabûyî. Bi salane ku ez xwe di westîbûna temenê laş û giyanê xwe de, xwe diafirînim. Li tenêtiya kambax, di koretariya şevên xewle de, bi pozê pênûsê xwe yê zengarî helbestên ker û lal dinivisînim.
Xizan Şîlan heta niha pênc berhemên xwe yên edebî derxistin:
1-Xem û xeyal-helbest
2-Acɪlarɪn sokağɪ-hikaye
3-Nameyek ji rinda min re-helbest
4-Pêjnên laşê mirî-helbest
5-Axîna sîngê qelişî –helbest
Helbestvan Xizan Şîlan bi wan gotinên ku li jêr nivîsî jîyana Kurdên Anatoliya Navîn, sûrgûnî bi sedsalan, koçberîya ku bi dawî nehatî û xeribîye tîne zimen.
Ez her roj di nale nala awirên çavên xwe yên xemgîn de çermê asoya berbangan mizdidim. Dilopên barana azadî û sewdayê li ser zeviyên dilê xwe yên hişk û ziwa bûyî ji ewrên hinava xwe dibarînim. Di navbera çar dîwarên zîndana odeya xwe de, bi saya neynokên xweşbînî û sebira derwêşên çolbeyaran hêviyan dikolim ji bo pêşeroja nediyar.
Ez li nav herika gera jiyana xwe, ji xwe dipirsim “ Ez kî me? Ez li nav talana serdeman çima hatim dinê, çi dikim û çima diçim? Ev gerdûna fireh, asîman û stêrk ji bo çi hene?” Gelo ez nebim wateya van tiştan dê hebe? Mîna evîndarê derbeder ku li evîna xwe bigere, ez jî li bersiva pirsên nependî yê derûniya xwe digerim.
Hevalo!
Temaşeke li wî
Kaşo musilmanî
Axa min parve dikin
Ne weke însanî
Binêre
Çawa êrîşî min dikin
Bi dilekî hovanî
Ev çi wehşete
Ev çi dehşete
Mal wêran dibin
Can dişewite
Çerxa felekê
Dîsa paş de dizivre
Hevalno