li tenêtiya şevistanên sar
hestên xwe dispêrim
paşila helbestê
li bêçaretiya qederê
rojên nazdar û kubar
xwe ji min veşartin
xurbetê kirasê şînê
li bedena şadiyên min
rapêça
ken û girînê ji hêlîna dil
fîrar kirin
derdê dinyaya derewîn
li ser serê min
bû barekî giran
li bêçaretiya qederê
di giyana xwe yê şermok de
têm guvaştin
li nav axîn û keservedanan
dem û dewran heliyan
ji kaniya çavên bêrîkirinê
qêrînên bêdeng dipalin
hezkirin
li nav agirê xeman qewirî
li bêçaretiya qederê
hesreta xerîbistana xopan
ket para min
gotinan
wateya xwe winda kirin
asoya awirên şil û melûl
mij girt
rûyê mehan zerikîn
demsal bêreng bûn
kezeba salan şewitî
şadiya tîrêjên stêrka êvarê
com bû
li bêçaretiya qederê
hevîrê jiyanê tehl û tirş bû
meya kêfxweşiyê
di gewriya min de
ziwa bû
rayên dara temen rizîn
pelên bextewariyê
weşiyan
çira sebirê vemirî
li bêçaretiya qederê
şûşa eşqa dilê reben
şikest
hêviyên mesûm
li ber wîzîna bayê reş
teriqîn
movikên pişta daxwazan
qelişîn
êşê konê xwe
di sînga min de vegirt
li bêçaretiya qederê
kulîlk li baxê xeyalan
çilmisîn
di xewên jankêş de kûr kûr
dinalim
berbangên ronî
xatir ji min xwestin
ez
ne rabirdûya xwe dijîm
ne jî dahatû
Xizan Șîlan
2019-01-27
Stockholm