HESÛD Û MÛSA PÊXEMBER /Bilal Dilovan

Hesûd û Mûsa pexember

Pêxember Mûse her roj diçûye çîyê , bi xwedê re deng dikirîyê û ji xwedê vehya (vahy) werdigirtîyê . Her rojê ku bi çîyê de hêldikşe rastê ezingvanekî (Oduncu) kal û pîr’ê ku aciz û jar dihatî ye. Ew ezingvan her rojê dihate ezinga (odun) ji wî çiyayî êzing berhev dikirne û dikirê kûçeka girse û giran, dide yê ser piştê xwe û ji çîya de dadiket û dibir mal. Barî ezingan ,ew qes giran bî, pişt û milê wî birîndar û tijê kûl dibu ye.

Her roj pêxember Mûse ew di dîtîye û dilê xwe pê diêşîya ye. Rojêkê biryar dide ku, jê bipirse. Çima ew Kerekê (eşek) bi xwe ra nîne ku ker vê barê giran bikşîne.

Pêxember Mûsa dibêje:
– çima tu vê barî bi kerê nakşînî?
Ezinvan:
– Ya Mûse, ez feqirim, kerê min tûne. Ez nikarim Kerekê bistînim. Tê her roj hêldikşî vê çîyayê ku bi xwedê re deng bikî, ji xwedê re bibêje ku kerekê bide min.

Pêxember Mûsa wê rojê rewşa (durum) ezingvan ji xwedê dipirse û ji xwedê kerekî dixwaze.

Xwedê:

– Ya Mûsa here ji wî ezingvanî re bêje: cîranê wê mankereka xwe heyê, ma ji min re dueya bike û di dueyê xwe de, ji min bixwaze ku; mankerê cîrên bize û tu jî ji cîranê wî re bêje bila vê sîpikê (sipe) bide wê ezinvanê feqîr.

Mûsa pêxeber bi kêfxweşîyê vê rojê berve wî ezingvanî hatîye û gotina xwedê jê re dibêje.

Ezingvan pir kêfxwaş nabe , hêrs dibe û dibêje:
– Na, na, ne ez duayê ji wê cîranê xwe re nakim ji bo ku mankerê wî bize.
Ma mankerê wî yek be , ne bin du dê, ez razi me bêker bimînim.

Ew heketa li ser hesûdî yê. Min hekat ji mezinan bihîst û digotin meleyên li mizgeftan behsê vê meselê dikirin.