Hilbijartina li Swêd

Wekî kesên li Swêd dijî dizanin ku me di 9 îlonê de hilbijartinek derbas kir. Di ve hilbijartine de rewş û helwesta kurdan balkeş bû. Dixwazim zelaltir rewşê bînim ber çavan ku baştir bê fehm kirin. Em ji partîya mezin destpê bikin:

Sosyaldemokrat: Di lîsta wan e parlementoye de, di dora 6 an de cîh dabûn keça kurd Lawen, di dora 7 an de cîh dabûn lawê kurd Kadir Kasirga. Cîhê van hevalan hema hema garantî bû ku ewê tekevin meclîse. Herdûyan jî qezenç kirin û ketin parlamentoye. Di asta wîlayete de jî Serkan Kose kete. Lê di dora 15 an de kurde bi navê Salar Reşîd hebû. Kurdên ku piranî dengê xwe didin Sosyaldemokratan û Partiya Çep nikarîn bi dengên tercîh/îşaret kirî wî hilbijêrin. Kesayetîyê ketinî parlamentoye bi hêz û tercîha partîya xwe ketine, nê bi hêza kurdan.

Moderatan: Di lîsta Moderatan de ji bo parlamentoyê ez di dora 22 an de bûm. Gelekan digotin: ”Dora te pire û hilbijartina te zahmetê” em bêjin temam, dora min 22 bûn. Îmkanên hilbijartine hebûn lê zahmet bû ew qebûl. Wekî din ez di lîsta Meclîsa WÎlayetê de di dora 5 an de bûm. Min ew jî qezenc nekir. Heger 800 deng bigirtana min qezenc dikir, heger 350 deng qezenc bikira ez dibûm cigîr lê min 170 deng girtin û neketime herdû meclîsan jî.

Demokratên Swêd: Jineka bavê xwe kurd dîya xwe fînî li ser navê ve partîya nijatperest ketê parlamentoye ne bi hêza kurdan.

Lîberal: Ji partîya Lîberal jî Gulan Avci bi hêz û tercîha partîya xwe ketê parlamentoye. Ne bi hêz û piştgiriya kurdan.

Partîya Çep: Tê zanîn ku kurdên me piranî dengê xwe didin ve partiyê û ve care jî wiha bû. Ez nabêjim şaşê an rastê lê pêvîstbû ku ve partîyê jî giranîya kurdan hesab bikira. Li destpêka amadekirina lîstan Amîna Kakabave ji lîstê derxistin. Ji ber fişara kurdan dîsa kirin lîstê lê dora 8 an! Ew bi piştgiriya jinên enternasyonalîst dîsa kete meclîsê. Lê pir balkeşê ku partîyeka li ser milê kurdan mezin dibî û dikevî parlamentoyê kurdan nake lîsta xwe?! Gelo ew nîşana çiyê? Kurdan bi tiştekî nahesibîne an hesab dike ku dengên wan garantîne? Çi dibe bila bibe ji me kurdan re rewşeka pir pir xirabe. Gereg kurdek bê şik û şert bikirina dora dûyêm. Lê niha kesên din bi dengên kurdan di kursîyên parlamento ye de rûniştine. Ew kesên bi dengê kurdan hatinî hilbijartin dikarin kurdan çiqes temsîl bikin? Çiqes dikarin mafên kurdan biparêzin? An, gelo dikarin bi qasî kurdekî derdê wan fêhm bikin û dengê wan bigîhînin raya gîştîya Swêd? Niqta ku ez pê têşim ewê ku bi dengê me xelk li kursîyan rûdinin û pastê ew dixwin!

Di encamê de, kurdên li Swêd dijîn bi dengê xwe kesek nehilbijartin! Kesên ku çûnî meclîsê bi dengên partiyên xwe çûn. Ew jî dide xûyakirin ku em çiqes bê stratejî, bê îtîfaq û belane. Nezikî 120 hezar kurdên li Swêd dijîn gereg bikaribiyana kesek bişandana meclîse! Karêkî ne hêsanê lê gereg mirov hewil bide û gor we xwe mobîlîzê bike. Hêvîdarim em ji ve yekê dersekê derxin û di hilbijartinên pêş de hîn bi rek û pêk bibin ku nûnerên xwe bişînin meclîsê. Sala pêş hilbijartinên YE (EU) hene û mirov dikarê ji niha de amadekariya wê yekê bike.

Şoreş REŞÎ

2018.09.27