Hevalekî me yî bi navê Bûlent Firinci heye. Tê nasîn, pir rûkene, pir jî bi aqilê; ya jî gotina aqil kêm e, mirov bêje sûperê baştire… Ji ber sûperîya xwe babetên balkeş dibîne, carna pirsên provakatîvê ku neyin bîra mirov li ser înternetê belav dike. Wan rojên derbas bûnî pirsek belav kiribû, digot: ”Hûnermendên ji navênda Anadolê li ser çanda me çi zedê kirin?” Min jî wek şîrovê bersîva ”qet/tiştek ne” nivîsîbû. Mirov texmîn dike ku piraniya dengbêjên me ku ew xwendinî niha li min bi hêrsin ku min neheqî li wan kiriyê. Lê…
Armanca ne ewê ku mirov ziman dirêjîye an kesekî biçûk bike. Na, ji sedî sed na! Lê dem hatiyê ku em hineke ji xwe re rast/dirûst bin, xwe nas bikin û bihevre rastîya xwe gûftugo bikin. Dîtînên min ê ji bo piranîya dengbêjan (mirov dikarî yek an dû kesan ji nav derxe) wiha ne:
- Hevalên ku strana dixwînin ez wek hûnermend nabînim; ew dengbêjin.
- Bi dengên xwê xweş (dengê min ji xweşê)li ser çanda me bi hezaran salan rûniştine: dixwînin, xwe navdar dikin, pereyan qezenc dikin, ji gel hûrmet û rêzê digrin, piranîya wan karêkî din nakin û bi ser gîştike de jî xwe di eynika devan de dibînin… Lê tenê dixwînin! Di nava gel de ji mirovên wiha re dibêjin: ”Ji kurtin dixwin!”
- Stranên me gelêrî dixwînin lê ji bo wan stranan qet nakevin nava zahmetîyan… Hinekan jî stran afirandinê lê di wan de ne watê ne qafîyê ne jî zimanêkî rast bikar anîne.
- Yekî ku heta niha stranên me gelêrî kom kirî, dayî ser notan, çap kirî, bi orîjînala wê ve arşîv kirî min nebihîstiyê. Lê ber eqsê we stran xwendine, ew gor kefa xwe hem navarok, hem jî maqamê gûhartine û zirar danê kilama resen. Ji gundî Şêxika, Gûlê jî ew gilîya bi min kiribû.
- Heta niha yekî ku di konserwatûarê de xwendî an dixwînî min nebihîstîye. Mûsîkê dikin lê îlmê mûsîkê nizanin. Mûsîkê tenê xwendin dizanin.
- Yên ku nota dizanin bawerim pir pir hendikin.
- Yên ku çar enstrûmanan lêdexin û derheqê wan de xwêdî agahî kêmin.
- Di CD yên ku belav kirin de; textên zimanê wan nayê fêhm kirin; maqamên eceb çêkirine ku stran dila kirine mûzika pop; rîtma awazan carna bilind carna nizmê ku mirovan asabî dikî an jî ber eqsê we hemî stran di rîtmekê de xwendine. Rexneyeka hişkê lê rastîyek heye; min gelêk gûhdarvan dîtinê ku piştî carek gûhdarî CD ye van hevalan, ew avitinê. Ez şahîdim ku yekî di pençera maşînê re CD avit der û got: ”Va çiyê, mirov nikarê gûhdarî bike!” Lê ji bo ku di dilê herkesî de şêrêk heye, tu dengbêjen me wê nakin malê xwe.
- Dengbêjen me di van salên dawî de tiştekî pir zirarê didî çanda kurdî jî dikin! Di dawetên me de kilama ”Ankara Havasi-Awazê Enqerê” dixwînin. Ez denbêjek biyama, xwêdîyê dawetê jî bixwasta min ew stran nedixwand. Dema ew yekê wek kevneşopîyekê dikeve nava kultûra me, helandina kultûrî jî êdî destpê dike. Tehlîkeyeka mezine û ji niha de dewlet ve yekê li dij me bikar tîne. Li belgesela TRT ye ”Goça REŞÎYAN” mezêbikin.
- Li ser mûzîka dengbêjen me çêdikin de sazîyek an jî kesekî kontrol bikî, rexne bikî nîne. Kesên kirî jî nayên hezkirin. Lewra dengbêjen me gîştik xwe wek stêrkekê dibînin û hewcedarîye nabînin ku xwe bi pêşbixin.
Mimkûne ku mirov xalan zedê bike lê niha ew besin. Wekî tê zanîn, min beşekî kilamên me yen herêmî kom kirin û di pirtûkeka bi navê ”Stran û Awazên Anatoliya Navîn” de belav kiribû. Piraniya stranan ji 100 salî kevintirin. Ez ji bo stranekê bi salan di dû xelkê gerîyam ku temam bikim û niha kes wana nizanê.
Va pirtûka min çend caran bir festîval û şevên kurdên ji navênda Anadolê. Di festîvalan de bi dehan dengbêj tên lê yekî ranehîştê û negot va çiyê? Yekî nekir destê xwe û lê mezênekir! Min ji yekî re got: `Ji te re başê ku tu ve pirtûkê bixwînî!` wî bawer kir ku çavê min di dû 10 euroye wî ye û got: ”Ooo ew çiyê, bi dehan kilamê li ba min hene!” Dengbêjen me bi ve zîhnîyetê nagehêjin tu deran.
Niha em pirsa birêz Bûlent texin wezînê (terazîyê), dengbêjen me çi dan çanda me? Ez dizanim denbêjen me mirûzê xwe li min tirş bikin lê mixabin ez tiştekî van birêzan li çanda me zêde kirî nabînim. Heger hûn dibînin fermo binivîsin!
Şoreş REŞÎ
2018.05.12