ÎRO ROJBÛNA PKAN’Ê PÎROZ BE!

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn PKAN,  heft sala di berê vê li bajarê Goteborg / Sverige bi fermî hate çêkirin.

Mexseda çêkirina (damezrandina) PKAN’ê ku wek qetlîama spî jî tê bi nav kirin li hemberî asîmîlasyone kar û xebat kirin e.

Wek PKAN, em dixwazin çand, folklor û zimanê xwe, ji yên ji me şûnda tên re bihêlin û bikin arşîv.

PKAN,  bi Belgefîlma sînemayî û bi 2 Belgefîlmên ji bo televîzyonan wek roja rojbûne diyarî tewayê Kurdan dikin.

Kar û xebatên PKAN’ê, projeyên bi vê awayê berdewam dikin. Minak projeyeke mê ya din,  niha li ber destên me ye; ew jî tomarkirin û arşvkirina stranên kevin ên Kurdên Anatoliya Navîn.

Îro 10 cotmehê 2022 yê, ji bo me rojeke xweşbûne. Lê ketliama li Garê Ankara em pir xemgîn kirin , şermezar dikin û lanet be.

 

Ji Rêveberên Platforma Kurdên Anatoliya Navîn PKAN.