2018.11.22
Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk (DTK), parlamentera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ye Colemergê û hemşehrîya me Leyla GÛVEN ji 7 mijdarê vir de di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dor de ye! Leya Gûven ne ji bo berjevêndîyên xwe şêxsî, ji bo aşitiya nava gelan pêk werê û tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rabe, ketiye nava vê çalakîyê. Ew daxwaza gelê kurd, tirkê û mirovahîye ye.
Wekî tê zanîn gor kanûna Devleta Turkîyê, heger kesekî mahkûm ji alî gel ve wek parlamenter bê hilbijartin ew tê azad kirin. Gor ku Leyla Gûven bi rêjeyeka mezin ji alî gel ve hatiyê hilbijartin jî nayê azad kirin. Sîyasetmedarên din ê di hema rewşê de û nehatinî girtin jî ispata dîl girtina Gûvenê. Tu sûçekî birêz Gûven bavêjî zîndanê nîne; wek sîyasetmedarekê di axaftineka xwe de li dij dagirkirina Efrîne derketiye. Ji bo we dîl tê girtin û dixwazin ku di şêxsê wê de vîna gel bişkenin…
Rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan jî bi salanê ku bi malbat, parêzeren xwe re nikare hevdîtinê pêk bîne û tekîlîya wî cîhanê hatiyê qût kirin. 20 salin di giravekê de bi awayekî tecrîd kirî tê girtin. Ew îşkenca li Imrali ye ne di qanûnê de, ne di tû dînan de, ne jî di tu ahlaqan de heye. Îşkenceyeka gayri mirovîye! Gelê kurd Ocalan wek rêberê xwe dibîne, ji bo azadkirina wî 10 mîlyon îmze hatin komkirin û nêzikî sed kesî bo wî xwe şevitandiyê…
Bi tecrîdkirina li ser birêz Ocalan re bereber şerê li Anatoliya, Kurdistan, Rojhilata Navîn kurtir û firehtir bû. Ew dibê sedêm ku rojanê bi dehan dayik hestiran birejinin û biratîya gelan zirarêka mezin bibîne. Leyal Gûven jî wê yekê dizanê û dixwazê ew xwîna dirîjî bê rawestandin. Bêyî rola birêz Ocalan jî ew ne mumkûne! Heger derfet bên dayîn, Ocalan dikarê vî şerê gemar bide sekinandin û aşitî û aramîyê bîne herême. Birêz Gûven wek sîyasetmedareka bi berpirsiyarî, li ser navê gelê kurd, tirk û yên din, dixwazê derîyê aşitî û aramîyê weke! Ji bo wê armanca pîroz canê xwe kiriyê holê û li berxwe dide.
Wek PKAN em bi hemî hêza xwe piştgiriya birêz Leyla Gûven dikin, em jî di wê bîr bawêrîyê de ne ku tenê birêz Ocalan dikarê wê xwîne rawestîne, aşitî û aramîyê bîne ser axa me. Ji bo wê, em dibêjin daxwazên Leyla yên me û gelên me ne jî.
Bang li raya gîştî ya tirk, kurd û cîhanê dikin ku piştgriya Leya Gûvenê bikin ku ew tecrît rabe!
Bang li rêvebirên devleta tirk dikin ku daxwazên Leyal Gûven bînin cîh, bila êdî dayik negrîn, aşitî were ser wê erdnîgarîya bi xwînê hatî avdan û biratîya gelan serdest bibe!
PKAN