2019 – PKAN REVEBERIYA NU
Kurdên Anatoliya Navîn, 500 sal berî vê, ji ber zor û zilma desthilatdaran ji welatê xwe derketin û li Anatoliya Navîn belav bûn.
Li welatekî biyanî berê derfetên jiyana rojane afirandin. Tu rêxistin û saziyên wan yên wan li vî welatê dûr û biyanî wan biparêze tune bû. Bi rê û rêbazên kevneşopî ziman û çanda xwe parastin.
Em minetdar û spasdarê bav û kalên xwe yên ku ew çand û zimanê şîrîn parastin û ji me re hîştin.
Lê, roja îro, wekî hûn hemû dizanin, zimanek bi tenê bi rê û rêbazên kevneşopî nikare bê parastin. Asîmîlasyon di 50 salên dawî de gihîşt asta herî bilind û êdî ji bo rawestandina asîmîlasyonê, sazî û rêxistin pêwîst bûn. Li ser vê bingehê, 2015 an Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) ava bû.
PKAN’ê di vê temenê xwe yê kurt de pir tişt kir. Em ji endaman heta rêvebir û hevserokan, ji hemû hevalên ku ked dane PKAN’ê re spas dikin.
17ê kanûnê 2019an PKAN’ê kongreya xwe ya 3yemîn pêk anî.
Em jî, wek rêveberiya nû, bê guman li ser esasa parastina ziman û çanda xwe, xebata PKAN’ê bimeşînin.
Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku ji bo ku em karê xwe bi awayekî kolektîf bimeşînin, bi her awayî, bi rexne, bi fikir û pêşniyarên xwe li PKAN’ê xwedî derkeve, bi rêya xwe li dor PKANê birêxistin kirinê, di tekoşîna li dijî asîmîlasyonê de bi awayakî aktîf cih bigire…
Silav û rêz
Rêveberiya Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN)
Halkımıza!
Orta Anadolu Kürtleri bundan 500 yıl önce, egemenlerin zor ve zulmü nedeniyle ülkelerinden çıktılar ve Orta Anadolu’ya daĝıldılar.
Yabancı bir memlekette öncelikle günlük hayatlarını sürdürebilecekleri olanakları yarattılar. Bu uzak ve yabancı memlkette onları koruyabilecek kurum ve örgütleri yoktu. Geleneksel yollarla kültür ve dillerini korudular.
Biz, bize bu kültür ve tatlı dili koruyup bırakan atalarımıza müteşekkir ve minnetdarız.
Ama, günümüzde, hepinizin bildiĝi gibi, bir dil sadece geleneksel yol ve yöntemlerle korunamaz. Asimilasyon son 50 yılda en yüksek noktaya ulaştı ve asimilasyonun durdurulması için kurum ve örgütlerin varlıĝı gerekli oldu. Bu temelde 2014 yılında Orta Anadolu Kürtleri Platformu (Platforma Kurdên Anatoliya Navîn, PKAN) kuruldu.
PKAN bu kısa ömründe çok şey yaptı. Biz, üyelerden, yönetici ve eşbaşkanlara kadar, PKAN’a emek veren herkese teşekkür ediyoruz.
17 Kasım 2019’da PKAN 3. kongresini yaptı.
Biz de, yeni yönetim olarak, hiç şühesiz, dilimiz ve kültürümüzü koruma esası üzerinden PKAN’ın çalışmasını yürüteceĝiz.
PKAN’ın daha da büyümesi ve çalışmalarımızı kollektif bir biçimde yürütebilmemiz için halkımızın her biçimde, eleştiri, fikir ve önerileriyle PKAN’a sahip çıkmaya ve PKAN etrafında örgütlenerek asimilasyonla mücadelede aktif olarak yer almaya çağırıyoruz…
Saygılarımızla
Orta Anadolu Kürtleri Platformu Yönetimi